Parêzeran bang li rêxistinên mirovî kir: Erkên der heqê Ocalan de bînin cih

Parêzerên navçeya Dirbêsiyê bang li rêxistinên navdewletî kir ku bi erkên xwe yên girêdayî grevên birçîbûnê û der heqê mafên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rabin.

Parêzeran bang li rêxistinên mirovî kir: Erkên der heqê Ocalan de bînin cih
15 gulan, 2019   06:17
HESEKÊ-OLVA HEC MENSÛR

Roj bi roj rewşa parlamenter Leyla Guven bi paş de diçe. Leyla Guven bi armanca bidawîkirina tecrîda ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, dest bi greva birçîbûnê kiriye. Tevî wê jî rewşa çalakgerên din ên ku piştî wê dest bi grevê kiriye li Kurdistan û Ewropayê ne baş e.

Parêzerên navçeya Dirbêspiyê têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. Parêzeran bêdengiya navdewletî û tecrîda ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, şermezar kirin.

Parêzer Heysem Bekir bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku bi erkên xwe li hember rewşa çalakgerên grevên birçîbûnê rabin. Bekir bêdengiya navdewletî û paşguhkirina rêxistinên mirovî bi "helwesteke dermirovî" bi nav kir.

Bekir wiha domand: "Divê dewlet û rêxistinên ku qaşo xwe bi rêxistinên mafên mirovan bi nav dikin, ji berjewendiyên xwe yên kesayetî dûr bikevin û li hember rewşa çalakgerên grevên birçîbûnê tevbigerin. Ji ber ku roj bi roj rewşên wan xirabtir dibin. Divê rêxistin û dewlet zextê li Tirkiyê bikin da ku daxwazên çalakgeran bîne cih."

Parêzer û endamê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Hesen Misto destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê banga azadiya gelê Kurd lê belê azadiya gelên bindest dike û wiha got: "Ne ji mafê Tirkiyê ye ku wî dîl bigire. Ji ber ku Ocalan mafê gelên bindest diparêze û hewl da ku nasnameya Kurd û çanda gelên ku Tirkiyê ji gelek serdeman ve armanc dike wan qir bike, biparêze."

Misto anî ziman ku bêdengiya navneteweyî û rêxistinên mirovî îsbat dike ku ew bi Tirkiyê şirîk in û wiha pê de çû: "Tevî hemû komkujî û binpêkirinên Tirkiyê lê dîsa nabînin. Yan jî ew komkujiyan paşguh dikin. Ev jî isbat dike ku ew şirîkên sûcên Tirkiyê ne."

Di dawiyê de Misto bang li rêxistinên mirovî yên navdewletî kir ku erkên xwe yên mirovî li hember rewşa çalakgerên grevên birçîbûnê pêk bînin, ji ber ku Tirkiyê peymanên navdewletî binpê dike.

(şx)

ANHA