Li derdora Helebê şer

Çeteyan taxa Mesakin El-Sebîl û derdora çerxerêya Şeyhan ê li bajarê Helebê kirin armanca xwe, di navbera komên çete û hêzên rejîma Sûriyê de, li eniya Leyremûn û Kastêlo yên li bakurê Helebê şer rû da. 

Li derdora Helebê şer
Li derdora Helebê şer
Li derdora Helebê şer
13 gulan, 2019   09:26
HELEB

Şer di  navbera komên çete ên li aliyên Helebê bi cih bûne û hêzên rejîma Sûriyê yên di nava bajarê Helebê de bicih bûne, dewam e. Her wiha çete dem dem taxên bajarê Helebê topbaran dikin.

Di vê der barê de çavkaniyekî taybet ji nûçegihanê ajansa me"ANHA"yê re diyar kir, ku duh êvarî komên çete taxa Mesakin El-Sebîl û derdora çerxerêya Şeyhan  ku nêzî Sekna Tariq Bin Ziyad a ku li bajarê Helebê û di bin serweriya hêzên rejîmê de ye bi du roketan kir armanc. Di encamê de tenê ziyanên madî çêbûn.

Li ser vî esasî hêzên rejîma Sûriyê jî bersiva topbaranê da û bajarê Kefir Hemra topebaran kir.  Di encamê de di navbera her du aliyan de li eniya Kastêlo û çerxerêya Leyremûn a li bakurê Helebê û heta rojava yê Helebê şer derket. Di şer balafir û topavêj hatin bikaranîn. Derbarê ziyanên mirovî de, tu agahî negihiştin ber dest.

Her wiha heman çavkanî, ragihand ku karwanekî çeteyên Tevgera Ehrar El-Şam ji Otositrat a Diwelî ya Heleb-Şam ve ber bi nuqteyên eniyên li bejahiya bakurê  Hema ve çûn. Her wiha tekez kir ku balafirên şer ên Rûsiya û Sûriyê êrîşî karwanê çeteyan kir.

Her wiha li Idlibê jî balafirên şer ên Rûsiya êrîş birin ser gundê Hibêt ê girêdayî Xan Şexûn, ku girêdayî herêma Mearat Nûman a li bejahiya Idlibê ye.

(eh)

ANHA