Li Helebê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî pêşêngehek hat vekir

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a bajarê Helebê îro bi boneya cejna Zimanê Kurdî pêşengeha wêne û kardestiyên xwenedekaran vekir.

12 gulan, 2019   15:57
HELEB

Bi boneya nêzîkbûna cejna Zimanê Kurdî ya ku dikeve 15`ê Gulanê, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li dibistana Rifet Hec Serî ya Şêxmeqsûd pêşengeha wêne û kardestiyên xwendekaran vekir.

Bi dehan şagirtên dibistana Rifet Hec Serî tevî mamosteyan û malbatên şagirtan tev li pêşengehê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin endama rêveber a dibistanê Ewfe Birîmo axivî û 15`ê Gulanê cejna Zimanê Kurdî li tevahiya xwenedakaran û mamosteyan pîroz kir. Ewfe wiha domand: "Em pêşengehê diyarî şehîd Egîd Çîlo û tevahiya şehîdên azadiyê dikin û wan bi cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin."

Piştî axaftinê, Ewfe Birîmo û Nahid Qirmo deriyê pêşengehê vekirin. Beşdaran di nav pêşengehê de geriyan.

Her wiha di pêşengehê de her du şagirtan Hind Hisên û Viyan Sîdo stranên xwe vegotin û Koma Aran a dibistanê ya govendê berhemên xwe pêşkêş kir.

Pêşengeh dê 3 rojan bidome.

(şx)
ANHA