Serlêdana malbatan a Îmralî dîsa hate redkirin  

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ku li Îmraliyê ne, ji bo hevdîtinê duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê danû. Serlêdana malbatan carek din hate red kirin.

Serlêdana malbatan a Îmralî dîsa hate redkirin  
11 gulan, 2019   14:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Mehmet Ocalan û Vasî Mazlûm Dînç ji bo ku bi Rêberê Gelê Kur Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bînin, duh bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir.

Li aliyê din malbatên 3 girtiyên din Polat Yildirim ji bo bi birayê xwe Hamîlî Yildirim, Alî Konar ji bo bi birayê xwe Omer Hayrî Konar û Sabîha Aslan jî ji bo bi birayê xwe Veysel Aktaş re hevdîtin bikin serî li serdozgeriyê dabûn, dozgeriyê serlêdana wan jî qebûl nekir.

Serdozgerî serlêdanan bi hinceta cezayê dîsîplînê red kir.