Hûsî ji benderên El-Hudeyda vedikişin

Hêzên Hûsî ji benderên El-Hudeyda bi beşdarbûna çavdêrên navdewletî, dest bi vekişandinê kir.

Hûsî ji benderên El-Hudeyda vedikişin
11 gulan, 2019   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Sky Newsê ragihand ku hêzên Hûsî ku destekê ji Îranê digirin, dest bi vekişandina ji benderên El-Hudeyda yên li ser berava rojavayê Yemenê kir.

Neteweyên Yekbûyî roja înê ragihand ku hêzên Hûsî roja şemiyê dê dest bi vekişandina ji benderên El-Hudeyda, Ras Îsa û Silîf bikin.

(bx)