Hemdan El-Ebd: Armanca tawanên li dijî me derbekirina destkeftiyan e

Hemdan El-Ebd diyar kir ku gefên li dijî Rêveberiya Xweser, armanc jê derbekirina destkeftiyên herêmê ne. El-Ebd destnîşan kir ku ev tawan nakokî û berjewendiyên di navbera aliya de li ser hesabê xwîn û yekitiya gelê Sûriyê diyar dikin.

Hemdan El-Ebd: Armanca tawanên li dijî me derbekirina destkeftiyan e
10 gulan, 2019   06:07
EYN ÎSA

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebd têkildarî daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Rûsyayê ku di civîna çapameniyê de ya bi hempîşeyê xwe yê Îranê re dabû, axivî.

Hemdan El-Ebd destnîşan kir ku daxuyaniyên wezîrê derve yê Rûsyayê nîşan dide ku dixwaze bi rêya nexşerêya Rûsya û Îranê dest deyne ser biryara siyasî û leşkerî ya Sûriyê û wiha domand: "Li ser tawanên parçekirin û dagirkirinê ku li hemberî me tên gotin, em dibêjin ku em gelê Sûriyê bi hemû pêkhate û mezhebên xwe tabloyeke rengîn e û yekgirtî ne, tawanên li hemberî me ji rastiyê dûr in."

El-Ebd di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman: "Komên herêm dagir kirin wekî DAIŞ û El-Nusra û hwd, tevlihevî çêkirin û binesaziya herêmê xira kirin, di heman demê de azadiya welatiyan asteng kiribûn. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji hemû pêkhateyên herêmê hatiye avakirin, rêxistinên tundraw têk birin û em ji terorê rizgar kirin, her wiha yekitiya xaka me parastin piştî ku rêxistinan xwestin parçe bikin."

Hemdan El-Ebd anî ziman ku şerê QSD‘ê yê li dijî terorê ji Kobanê dest pê kir, paşê Reqa, Tebqa, herî dawî li Dêrazorê dewam kir û ev yek nîşan dide ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe bi yekrêzî li hember terorê û her gefan disekine.

El-Ebd wiha pê de çû: "Armanc ji îdiayên ku hin dezgehên çapemeniyê belav kirine, têkbirina destkeftiyên me ne, di dawiyê de hemû encamên nakokî û berjewendiyên di navbera welatan de ne ku dixwazin Sûriyê li ser hesabê xwe parve bikin."

Hemdan El-Ebd diyar kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşek ji xaka Sûriyê ne û nayê parçekirin û wiha domand: "Pirrengiya demografiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêmekê ji yên din cuda ye, ev yek wekhevî û yekitiya pêkhateyan diyar dike. Nîşaneya herî baş Hêzên Sûriya Demokratîk e ku ji hemû pêkhateyan hatiye avakirin û xwîna Ereb, Kurd, Suryan û Asuran li ser vê xakê tevlihev bûye."

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber Hemdan El-Ebd di dawiya axaftina xwe de peyamek da wezîrê karên derve yê Rûsyayê û got: "Heger hevalbendê we Tirkiye ji xaka Sûriyê ku dagir kiribû vekişe, em ê wê wek dewleteke cîran bibînin, ji bo diyalogan destê me ji her kesî re vekirî ye, em naxwazin dijminatiya kesekî bikin."

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, DYA tawanbar kiribû ku hewl dide Sûriyê parçe bike û Kurdan li herêmên qebîleyên Ereb bi cih bike.

Lavrov gotibû: "Kurd mafên xwe bi dest dixin, lê Washington hewl dide Sûriyê parçe bike."

(bb)

ANHA