Hêzên rejîmê bajarê Kefernebûda kontrol kir… çete hewldana vegerandinê dikin

Hêzên rejîma Sûriyê bajarê Kefernebûda yê stratejîk ku dikeve bakurê rojavayê bajarê Hemayê, serwerî lê kir. Her wiha çeteyên girêdayî dewleta Tirk, da ku careke din bajêr vegerînin bin serweriya xwe, hewldana êrîşan dikin. 

Hêzên rejîmê bajarê Kefernebûda kontrol kir… çete hewldana vegerandinê dikin
8 gulan, 2019   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Helîkopter û balafirên şer ên girêdayî rejîmê gelek deverên bajarokê Hibît ê ku dikeve aliyê başûrê bejahiya Idlibê bi awayekî berdewam bombebaran kirin. Di vê der barê de Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku hêzên rejîmê bajarê Kefernebûda yê stratejîk ku dikeve bakurê rojavayê bajarê Hemayê, piştî derxistina çeteyên girêdayî Tirkiyê, kontrol kir.

Navenda çavdêriyê tekez kir ku çeteyên Tirkiyê, piştî serweriya rejîmê ji bajêr re, da ku bajar careke din bixin bin serweriya xwe, yekser dest bi êrîşan kir.

Hêjayî gotinê ye ku bi serweriya hêzên rejîmê ji bajarê Kefernebûda re, dê bikare rêya di navbera keleha Medîq a li Sehih El-Xab û Xan Şeyxûn de ku li başûrê Idlibê ye, bigirin.

(eh)