Li Gabarê 13 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

Artêşa Tirk a dagirker li herêma Gabarê derket operasyonê û gerîlayên HPG/YJA Starê li dijî wê çalakî pêk anîn. Di çalakiyan de 13 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuşti

Li Gabarê 13 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin
8 gulan, 2019   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Artêşa TC a dagirker di navbera 4-6'ê Gulanê de li herêma Gabarê ya Botanê dest bi operasyonekê kir. Di vê operasyonê de ku gelek leşker bi desteka teknîkê tevlî bûn, hêzên me yên gerîla hin çalakî pêk anîn. Di encama çalakiyan de operasyona dijmin hate têkbirin. Li gorî vê yekê;

4'ê Gulanê li qada Findikê ya herêma Gabarê hêzên me yekîneyên dijmin ên operasyonê şopandin û saet 16:30'î li dijî baskekî operasyonê çalakiyek pêk anîn. Ji cihekî nêz ve li yekîneyê hate xistin û di encamê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

5'ê Gulanê saet 06:30'î li qada Navserê bi piştgiriya balafirên keşfê û helîkopterên kobra operasyonekê dest pê kir. Heman rojê saet 15:30'î hêzên me li qada Şehîd Aras xwe berdan nava hêzên dijmin û ji 2 baskan ve çalakî kirin. Di vê çalakiyê de ku bi rêbaza fedayî hate kirin, derbên giran li hêzên dijmin hatin xistin. Di şer de 7 leşkerên dijmin hatin kuştin. Dijmin saet 16:30'î 4 caran bi helîkopterên skorsky mirî û birîndarên xwe rakir. Hejmara windahiyên dijmin zêdetir e.

Çalakiyên sekvaniyê

Arteşa TC a dagirker ku di du rojên destpêkê yên operasyonê de derbên giran xwar, 6'ê Gulanê operasyon berfirehtir kir. Li dijî yekîneyeke dijmin a li qada Şehîd Osman, heman rojê saet 16:30'î hêzên me çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de ku bi sekvanî hate kirin, 4 leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek birîndar bûn.

Operasyon bê encam ma

Piştî çalakiyê, hêzên dijmin êvara 6'ê Gulanê bi rengekî bê encam xwe ji qadê vekişandin.

Di pêvajoya operasyonê de ku 3 rojan domiya, bi giştî 13 leşkerên dijmin hatin kuştin, gelek leşkerên dijmin jî birîndar bûn. Lê belê Fermandariya Giştî ya TC û çapemeniya şerê taybet, mîna her carê rastî berevajî nîşan dan û bi rengekî derewîn ragihandin ku 3 leşkerên dijmin mirine û hevalekî me şehîd bûye. Di operasyonê de hêzên me zerar nedîtin.

Ev pêvajoya çalakiyan ku nîşan dide bi rêbaza lêdana fedayî û afirîneriya taktîkî operasyon çawa tê têkbirin, di heman demê de bidawîkirina bi rengekî serketî ya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê ye. Her wiha destpêkirina Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever e. Em dibêjin, li ser bingeha biryardarî, fedayî û baweriya Apoyî, dewlemendî û afirîneriya taktîkî, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên jinûve ava bûne wê ti astengiyan nas nekin û di pêvajoya nû ya pêngavê de serketinê ji hêzên li herêma Botanê hemûyan re dixwazin.

Li Lêlîkanê çalakiya li dijî dagirkeran

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, 7'ê Nîsanê (doh) bi roj saet 13:00 li herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê li dijî leşkerên TC ên dagirker ên li ser Girê Lêlîkanê, hêzên me çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên li ser gir hatin xistin, lê belê hejmara mirî û birîndarên dijmin nehate tespîtkirin.”

Li Zapê êrîşa hewayî

HPG'ê ragihand ku balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li herêma Zapê barandine û wihalê zêde kir: "7'ê Nîsanê saet navbera 20:30-21:00 balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, derdora gundê Sîda yê herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Bomberdûmanê zerar negihand hêzên me, lê belê xisar li bax û baxçeyên gund bû."