‘Dewleta Tirk Efrînê vediguherîne cihwarekî tirkî’

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê red û şermezarkirina xwe ji bo lêkirina dîwarê parçekirinê ji hêla dewleta Tirk ve li derdora Efrînê destnîşan kir û raber kir ku Tirkiye Efrînê vediguherîne cihwarekî tirkî.

‘Dewleta Tirk Efrînê vediguherîne cihwarekî tirkî’
‘Dewleta Tirk Efrînê vediguherîne cihwarekî tirkî’
8 gulan, 2019   11:18
QAMIŞLO

Îro Kongreya Star ji bo şermezarkirina dîwarê parçekirinê yê li derdora Efrînê, li navçeya Tirbespiyê bi dirûşma "Em ê têkoşînê bilind bikin, dîwar hilweşînin û Efrînê rizgar bikin" bi beşdarbûna bi sedan pêkhateyên navçeyê yên ji Kurd, Ereb û Suryan, meşek organîze kir.

Meş ji pêş Navenda Kongreya Star a naverasta navçeya Tirbespiyê ber bi Çerxerêya Azadî ve dest pê kir. Beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û alên PYD’ê hildan û tevî dirûşmên silavkirina berxwedana Efrînê û şermezarkirina dagirkeriya Tirk ya xaka Sûriyê, bi taybet kantona Efrînê, meşîn.

Dema girseya şêniyan gihaşt Çerxerêya Azadî ya rojhilatê navçeya Tirbespiyê, deqeyeke rêzgirtin ji bo şehîdên azadiyê sekînin. Dûre endama rêveberiya Kongreya Star Xaliya Eyûb destnîşan kir ku Tirkiye parçekirin û qutkirina xaka Sûriyê armanc dike. Tişta niha jî li Efrînê dibe nîşaneya vê yekê ye û wiha got: "Tirkiye Efrînê vediguherînê cihûwarbûneke tirkî.”

Xaliya Eyûb tekez kir ku ew weke jin dê berxwedana xwe heta rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê û hilweşandina dîwarê parçekirinê bidomînin.

Endamê rêveber ê PYD’ê Yasir Xelef jî diyar kir ku Tirkiye hewl dide bi rêya dagirkirina Efrînê û bicihkirina çeteyên ji Xûta, Bab û Ezazê ve ji nû ve Împaratoriya Osmanî û terora wê ya ku hê jî di mêjiyê şêniyên herêmê de ye, ava bike.

Yasir Xelef da zanîn ku bajarê Efrînê, bajarekî kurdî ye û çi qas destdirêjiya terorê lê bê kirin jî dê kurdî bimîne û wiha got: "Di zûtirîn demê de em ê Efrînê rizgar bikin."

Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.

(fr)

ANHA