Dewreyeke din a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê qediya

Li Akademiya Şehîd Hanî El-Hesen dewreya perwerdeyê ya 26 ku 210 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a gundewarên Dêrazorê tevlê bibûn bi dawî bû.

Dewreyeke din a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê qediya
7 gulan, 2019   13:53
DÊRAZOR

Akademiya Şehîd Hanî El-Hesen ya li herêma Heft Kîlo dewreya perwerdeyê ya 26‘an ku 210 endam tevlê bibûn bi merasîmekê bi dawî kir. Di dewreyên de waneyên bîrdozî û leşkerî hatin dîtin.

Hejmarek ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê û endamên saziyên sivîl beşdarî merasîmê qedandina dewreyê bûn.

Merasîm bi rêzgirtin destpê kir. Paşê ji aliyê endamên tevlê dewreyên bibûn ve merasîmek leşkerî pêk hat.

Bi navê Mecilsa Sivîl a Dêrazorê hevserokê meclisê Xesan El-Yûsif û bi navê Komîteya Hundirîn endamê komîteyê Ehmed El-Îbrahîm axivîn.

Di axaftinan de qedandina dewreyê li endaman hate pîrozkirin û erka Hêzên Ewlekariya Hundirîn di parastina herêmê ji xeteriyan de hate destnîşankirin.

Di dawiya merasîmê de endaman sûnd xwarin ku dê destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin biparêzin.

ANHA