Diyalogên Rûsya û DYA’yê li Soçiyê

Wezîrên karên derve yên Rûsyayê Sergey Lavrov û yê DYA’yê Mike Pompeo amadekariya diyalogên li Soçiyê di 14’ê vê mehê de dikin.

Diyalogên Rûsya û DYA’yê li Soçiyê
7 gulan, 2019   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Novostî ya Rûsyayê li ser zimanê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku Lavrov bi Pompeo re li ser civîna kombûna wezîrên derve yên dewletên Meclisa Bloka Bakur a ku dê li Fînlandiyayê li dar bikeve, hevdîtin kir. Her wiha li ser diyalogên ku dê li bajarê Soç yê Rûsya bê lidarxistin, li hev kir.

Îro Lavrov di civîna wezîrên derve yên dewletên Meclisa Hevkariya Bloka Bakur de diyar kir ku Rûsya li ser jin sêyan yek derfet û pêkanînên herêma Bloka Bakur desthilat e.

Lavrov tekez kir ku welatê wî girîngiyê ji bo pêşketina herêmê li ser bingeha diyalogê dide. Her wiha îşaret pê kir ku ew jî bi rêya xebata di aliyên aborî û civakî û li gel jî parastina hawîrdorê de guncaw dibe.

(fr)