'Xelekên kiryarên Cemal Paşa, bi destê Erdogan didome'

Malbatên şehîdan ên Tebqayê 6'Gulanê an ku Cejna Şehîdan li kesên ku di oxira rizgarkirina herêmê de berdêl dane pîroz kirin û soz dan ku ew ê xeta zarên xwe yên şehîd bişopînin heta tevahî herêmên ji aliyê neviyên Cemal Paşa ve hatine dagirkirin bêne rizgarkirin.

'Xelekên kiryarên Cemal Paşa, bi destê Erdogan didome'
6 gulan, 2019   15:55
TEBQA

Bi boneya 6'ê Gulanê Cejna Şehîdan, malbatên şehîdan ên herêma Tebqayê ji ajansa me re axivîn. Malbatên şehîdan anîn ziman ku " Xeleka rijandina xwînê û darvekirina têkoşên azadiyê ya Cemal Paşa Sefah di destpêka sedsala 20'an de dabû destpêkirin îro bi destê neviyê wî Erdogan didome."

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Ebdulkerîm El-Îbrahîm, bavê şehîd Ebû Rîş diyar kir ku ew bi şehîdan serbilind in û got: "Şehîdan xwestin di deriyên fireh de derbasî dîrokê bibin û ji bo azadiya gelê xwe ji xweşiya dinyayê dûr ketin."

Ebdulkerîm El-Îbrahîm diyar kir ku malbatên şehîdan dê xeta şehîdan bişopînin heta hemû herêmên ji aliyê Tirkiyê ve hatin dagirkirin û got: "Berdêl çi dibe bila bibe, eger bi me û hemû zarokên me be en dev ji Efrînê û herêmên di bin dagirkeriyê de bernadin."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Emîna Ebdulrezaq, dayika şehîd Gîvara anî ziman ku dagirkerî dewam nake û wiha domand: "Wekî çawa gelên herêmê hevgirtina xwe çêkirin û dagirkeriya Osmanî têk birin, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heman xetê dişopînin û dê serkeftinana pêk bînin û herêmên dagirkirî ji neviyên Osmaniyan rizgar bikin."

Emîna wiha domand: "Xeleka rijandina xwînê û darvekirina welatparêzan ku Osmaniyan bi serkêşiya Cemal Paşa Sefah li dijî gelê herêmê pêk anîn bi destê neviyê wan Erdogan dewam dike. Em dibêjin çawa me herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xwîna şehîdan rizgar kirin em ê Efrînê, Idlib, Cerablus û Babê jî rizgar bikin."

ANHA