Li ser sînorê Girê Spî binpêkirinên dagirkeriya Tirk

Rêveberê Nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Girê Spî Mehmûd Derwîş diyar kir ku ji 2018’an  heta niha 11 sivîl di nav de zarok li ser sînor ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin û 16 jî birîndar bûne.

Li ser sînorê Girê Spî binpêkirinên dagirkeriya Tirk
Li ser sînorê Girê Spî binpêkirinên dagirkeriya Tirk
Li ser sînorê Girê Spî binpêkirinên dagirkeriya Tirk
Li ser sînorê Girê Spî binpêkirinên dagirkeriya Tirk
Li ser sînorê Girê Spî binpêkirinên dagirkeriya Tirk
Li ser sînorê Girê Spî binpêkirinên dagirkeriya Tirk
Li ser sînorê Girê Spî binpêkirinên dagirkeriya Tirk
6 gulan, 2019   04:34
GIRÊ SPÎ – GULÎSTAN MIHEMED

Li gorî bîlançoya ku Nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Girê Spî amade kiriye, di navbera 2018-2019'an heya niha, 11 sivîl li ser sînorê di navbera Sûriyê û Bakurê Kurdistanê de ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker ve hatin kuştin û 16 jî birîndar bûne.

Girê Spî deriyê di navbera Tirkiyê û çeteyên DAIŞ'ê de bû

Dewleta Tirk a dagirker di salên 2013 heta 2015'an, deriyê xwe li pêşiya çeteyan vekiribû da ku wan derbasî Sûriyê bike. Bi hezaran çeteyên ji dewletên cûda derbasî herêmê kirin û di her aliyan de destek da wan.

Piştî ku YPG û YPJ'ê tevahî xeta sînorê rojhilatê çemê Firatê di nav de bajarê Girê Spî di 15'ê Hizêrana 2015'an de ji çeteyan rizgar kirin, dijberiya Tirkiyê ya li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bû.

Yê nêzî sînor bibe dibe hedefa leşkerên Tirk!

Piştî rizgarkirina Girê Spî ji  çeteyên DAIŞ'ê bi hedefgirtina sivîlan xwest tola bikeftina siyasetên xwe li Sûriyê hilîne. Tirkiyê dest bi hedefkirina cotkarên zeviyên wan li nêzî sînor, rêwî û şivanan kir.

Tirkiyê di êrîşên xwe yên li ser sînor de ferq û cûdahî naxe navbera mezin, biçûk, jin û zarokan. Di êrîşên 1'ê Mijdara 2018'an de leşkerên Tirk Sara ya 7 salî dema ji dibistana xwe vedigeriya qetil kir. Di heman demê de tirs di nava şêniyan de çêkir ku kesên nêzî sînor dibe guleyan li wan direşîne.

Li gorî bîlancoya Nexweşxaneya Wetenî ya Girê Spî di navbera salên 2018-2019'an de 11 kes bi guleyên leşkerên artêşa Tirk hatine qetilkirin û 16 jî birîndar bûne. Di nav de du nûçegihanên me (Gulîstan Mihemed û Îbrahîm El-Ehmed) ku êrîşên li ser taxên bajêr dişopanin birîndar bûn.

Rêveberê Nexweşxaneya Wetanî ya Girê Spî Mehmûd Derwîş diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker her carê şêniyan dike hedef, ferq û cûdahiyê naxe navbera mezin û biçûkan.

Derwîş diyar kir ku wan hişyarî dane şêniyan ku nêzî sînor nebin û got, êrîşên Tirkiyê xebatên welatiyên li ser sînor asteng dikin ku jêdera wan a jiyanî çandinî ye.

Mehmûd Derwîş bang li rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan kir ku sînonerekî ji binpêkirinên Tirkiyê li hemberî herêmên Bakurê Sûriyê deyne.

(bb)

ANHA