Têkçûna Astanayê aloziya herêma “bêçek” gur dike û Erdoxan li pêşberî hevalên xwe yên kevn e

Di encama nakokiyên di navbera Rûsya û Tirkiyê de civîna Astanayê têk çû û aloziya herêma “bêçek” gur bû. Ji ber wê Tirkiyê daxwazên Amerîkayê qebûl kir. Hevalên Erdogan ên berê niha bûne dijminên wî. Li Sûdanê li ser rêjeya nûnertiyê di nav meclisa ku tê payîn ji bo birêvebirina welêt li darkeve, nakokî di navbera leşker û sivîlan de derket.

Têkçûna Astanayê aloziya herêma “bêçek” gur dike û Erdoxan li pêşberî hevalên xwe yên kevn e
5 gulan, 2019   04:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî vê hefteyê behsa gelek mijaran kirin. Jê encamên têkçûna Astana û nakokiyên li herêmên “bêçek”. Tevî wê jî rewşa Sûdan, Cezayirê û nakokiyên di navbera Erdogan û hevalên wî yên berê de.

El-Şerq El-Ewsat: Bi têkçûna Astanayê re avakirina destûrê vedigere Cinevê û nakokî vedigere Idlibê

Rojnameyên Erebî yên vê hefteyê behsa gelek mijarên girêdayî karûbarên Sûriyê kirin. Yek ji van mijaran jî têkçûna Astana û nakokiyên li Idlibê ye. Girêdayî mijarê rojnameya El-Şerq El-Ewsat got: "Piştî têkçûna Astanayê, bi vegera topbarana Rûsî, êrîşên opozîsyonê û dewriyên Tirkiyê li Idlibê re, xeta avakirina komîteya destûrî û çareseriya siyasî vedigere Cinevê.”

 El-Xelîc Îmaratî: Gurkirina Sûrî-Rûsî zemîna destwerdana Idlibê çêdike

Têkildarî rewşa Idlibê, rojnameya El-Xelîc Îmaratî got: “Duh artêşa Sûriyê bi destekdayîna balafirên Rûsyayê, operasyonên leşkerî li bejahiyên Idlibê û Hemayê berfireh kirin. Li gorî çavkaniyên ji opozosyona Sûriyê ev operasyon wekî zemîna destwerdana Idlibê ne. NY`yê jî ragihand ku bi destpêkirina gurkirina şer li herêmê, heta niha 140 hezar mirov ji meha Sibatê ji parêzgeha Idlibê koçber bûne.”

Rojnameyê got: “Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî ragihand ku hêzên rûsî alavên leşkerî û endizyarî, her wiha lojîstik anîn bejahiya rojava ya Hemayê. Hêzên hikumetê jî, hêzên xwe anîn bejahiya Hemayê ya nêzî bejahiya Idlibê. Ev yek nîşana operasyoneke berfireh a leşkerî ye.”

Şerq El-Ewset: “Dijwartirîn bombebaran li ser Idlibê û nîşanayên lihevkirina li ser “herêma ewle”

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: “Duh hêzên rejîma Sûriyê bajarê Idlibê û bejahiya wê, herêmên hevpeymana Rûsya û Tirkiyê, bi derdora 160 bermîlên teqemeniyê û topan bombebaran kirin. Di heman demê de, Washington û Enqere li ser “herêma ewle” ya rojhilatê Firatê hindik maye ku bigihîjin lihevkirinê.”

El-Heyat: Lîderê DAIŞ`ê piştî 5 salan xuya kir û gefa şerekî giran xwar

Derbarê mijarê de rojnameyê wiha nivîsand: "Serokê rêxistina DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî ragihand ku çekdarên wî şerekî tunekirinê bi rê ve dibin û got ew ê tola kuştî û dîlên rêxistinê hilîne.

El-Quds El-Erebî: Nakokiya li ser nûnertiyê di navbera leşker û opozîsyonê de

El-Quds El-Erebî derbarê geşedanên li Sûdanê de wiha got: “Di gavekê de ji bo şikandina sarbûna têkiliyên di navbera Meclisa Leşkerî ya serwer li Sûdanê û hêzên opozîsyonê de, her du alî roja yekşemê li ser avakirina meclisek hevpar a ku ji sivîl û leşker pêk tê li hev kirin. Li gel wê jî danûstandinên girêdayî rêjeya nûnertiya her du aliyan di meclisê de berdewam in.”

El-Şerq El-Ewsat: Dûrxistina malbata Buteflîqa ji qesrê

Derbarê rewşa Cezayîrê rojnameya Şerq El-Ewset got: "Çavkaniyan eşkere kir ku malbata serokê Cezayîrê yê berê Ebdulezîz Buteflîqa, ji navenda serokatî ya li rojavayê paytextê derketiye. Ew yek jî li ser fermana ji hikumeta leşkerî ku di 2`yê Nîsanê de piştî ketina Buteflîqa hatiye aktîfkirin, pêk hat."

El-Ereb: Dawiya lîstokê: Washington Ixwan wek terorîstan disinifîne

Derbarê mijara xistina Îxwan El-Mislimîn di lîsteya rêxistinên terorê de, rojnameya El-Ereb wiha got: "Rêveberiya serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump dixebite da ku koma Îxwan El-Mislimîn wek rêxistineke terorê diyar bike. Çavdêr jî dibînin ku ev gav encama daxwaza hêzên herêmî û navneteweyî ji tunekirina hêzên radîkal e.”

El-Şerq El-Ewsat: Hevalên Erdogan ên berê niha dijminên wî yên nû ne

Rojnameya Şerq El-Ewset derbarê rewşa Tirkiyê de wiha got: "Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan rastî dijminên nû tê. Ew jî hevalên wî yên berê di rêveberiya partiya AKP`ê de bûn. Ev dijberî jî bû sedem ku di hilbijartinên şaredariyan de bajarên mezin ji dest bide."

El-Şerq El-Ewsat: Aloziya Venzuelayê derbasî pêvajoyeke nû bû

Têkildarî rewşa Venzuelayê rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: "Şevê din aloziya Venzuelayê derbasî pêvajoyeke nû bû. Di heman demê de di navbera leşkerên opozîyona Juan Guaido û leşkerên serokê Nicholas Maduro de li derveyî baregeha leşkerî li paytexta Caracas rû da."

(şx)

ANHA