Li Dêrikê semînerek li ser bermahiyan hate dayîn

Yekîtiya Enezyarên Herêma Cizîrê ya şaxê Dêrikê bi hevkariya Şaredariya Gel a Dêrikê semînerek girêdayî ji nû ve bikaranîna bermahiyên hişk orgenîze kir.

Li Dêrikê semînerek li ser bermahiyan hate dayîn
4 gulan, 2019   17:27
QAMIŞLO

Semîner bi navnîşan `Birêvebirina bermahiyên hişk û bandorên wê li ser mirov û jiyanê` li navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê hate dayîn.

Bi dehan şêniyên bajarê Dêrikê tev li semînerê bûn. Di semînerê de endezyar Dilxweş Abdullah axivî û cûreyên bermehiyan û bandorên wê li ser hawîrdor, hewa û zirarên wê pênase kirin.

Abdullah destnîşan kir ku sê cûreyên bermahiyan hene şaredarî, pîşeyî û bermahiyên bi jehr. Abdullah her cureyek bermahiyan û jêderên wan şîrove kir.

Abdullah bal kişand ku bermahiya herî xeter li ser mirov û tenduristiyê bermahiyên bi jehr in û wiha domand: "Ji ber ku bi xwe jehre û dema tevli madeyên din têne kirin ziyanan çêdike. Ji bermahiyên xeter avî, hişk, xazî, dermanên kîmyewî û hwd. Gelek bermahî hene ku di mala de têne bi karanîn jî xeter in, wekî madeyên kîmyewî yên jehrî, paqijkirina kanalîzasyon, boyax û bêhn."

Piştî bidawîbûna semînerê sinevizyonek girêdayî bermahî û bandorên wê li ser mirov, hawîrdor, tenduristî û bedewiya bajêr hate pêşandan. Piştre deriyê nîqaş û pirsan li ser çawaniya ji nû ve bikaranîna bermahiyan û zirarên wê li ser mirov hate vekirin

(şx)

ANHA