Akademiya Şehîd Elî Milhim dewreya xwe ya 34’an bi dawî kir

Akademiya Şehîd Elî Milhim a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Tebqayê, dewreya 34`emîn a bi navê Dewreya Şehîd Wail Ilêwî bi merasîmekê bi dawî kir.

Akademiya Şehîd Elî Milhim dewreya xwe ya 34’an bi dawî kir
Akademiya Şehîd Elî Milhim dewreya xwe ya 34’an bi dawî kir
Akademiya Şehîd Elî Milhim dewreya xwe ya 34’an bi dawî kir
Akademiya Şehîd Elî Milhim dewreya xwe ya 34’an bi dawî kir
Akademiya Şehîd Elî Milhim dewreya xwe ya 34’an bi dawî kir
Akademiya Şehîd Elî Milhim dewreya xwe ya 34’an bi dawî kir
Akademiya Şehîd Elî Milhim dewreya xwe ya 34’an bi dawî kir
3 gulan, 2019   11:30
TEBQA

Dewreya Şehîd Wail Ilêwî ku mehekê dewam kir, waneyên bîrdozî û leşkerî tê de hatin dayîn. Di destpêka merasîma bidawîkirina dewreyê de, endamên ku perwerdeya xwe bi dawî kirine, derbasî qada akademiyê bûn û deqeyekê rêz girt.

Piştre hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Şiyar Mihemed axivî, bixêrhatina beşdaran kir û hemû şehîd bi bîr anîn.

Hevseroka Komîteya Hundirîn a Tebqayê Betol Mihemed jî axivî û spasiya rêveberiya akademiyê ji bo perwerdekirina endaman kir û hêvî kir ku endamên derçûyî tiştên standine di pratîkê de pêk bînin.

Birayê şehîd Wail, Mihemed Ilêwî jî di merasîmê de axivî û hêvî kir ku kesên perwerde bi dawî kirin, berdêlên şehîdan ji bîr nekin û li ser xeta wan bimeşin.

Her wiha ji rêveberên akademiyê, Îmad Betûşî jî axivî û got armanca ji vê dewreyê ew e ku hemû fikr bibin yek û ferasetên şaş ku DAIŞ û rejîmê di mêjiyê ciwanan de çandibûn, werin sererastkirin. Piştî axaftinan, bawername li endaman hatin belavkirin û wêneyê şehîd Wail Ilêwî diyarî malbatê hate kirin.

Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû.

(kc)

ANHA