Komxebata Êlên Sûriyê dest pê kir

Komxebata Êlên Sûriyê li bajarokê Eyn Îsa bi sponseriya MSD`ê dest pê kir.

Komxebata Êlên Sûriyê dest pê kir
Komxebata Êlên Sûriyê dest pê kir
Komxebata Êlên Sûriyê dest pê kir
Komxebata Êlên Sûriyê dest pê kir
Komxebata Êlên Sûriyê dest pê kir
Komxebata Êlên Sûriyê dest pê kir
Komxebata Êlên Sûriyê dest pê kir
3 gulan, 2019   09:31
EYN ÎSA

Komxebata Êlên Sûriyê bi beşdariya zêdetirî 5 hezar nûnerên êlên Sûriyê û nûnerên saziyên civaka sivîl dest pê kir.

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî, hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Umer, seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û partiyên siyasî beşdarî tev li komxebatê bûn.

Di komxebatê de dê rola êlan di têkoşîna li dijî terorê de, destekdayîna avakirina Rêveberiya Xweser û QSD`ê, her wiha zuhakirina çavkaniyên fikr û zîhniyeta çeteyên DAIŞ`ê li herêmê û rêgirtina li pêşiya destwerdanên ajandayên herêmî di nava Sûriyê de, werin nîqaşkirin.

Mezlûm Ebdî, Emîne Umer, Îlham Ehmed, hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebd Hamid El-Mehbaş û Bêrîvan Xalid, fermandarên QSD’ê û rêveberên MSD`ê bixêrhatina beşdaran kir.

Tê payîn ku axaftina destpêkê li ser navê MSD`ê were kirin.

(kc)

ANHA