Şêniyên Dêrazorê cejna karkeran pîroz kirin

Sedan şêniyên Dêrazorê li ser çemê Firatê cejna karkeran pîroz kirin.

Şêniyên Dêrazorê cejna karkeran pîroz kirin
2 gulan, 2019   13:11
DÊRAZOR

Sedan şêniyên Dêrazorê, endamên meclisan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî şahiya ku di meclisa sivîl a Dêrezorê ji bo cejina karkerên cîhanê organîze kir, bûn.

Şahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endamê Rêveberiya kampa Ebû Xeşeb Beşîr Bekir axivî û cejna karkeran û kedkaran pîroz kir û got: "Ev roj rojeke dîrokî di jiyana mirovahiyê de ye, ev bone hêjayî pîrozkirinê ye, ji ber avakerên welêt kedkar û karker in."  

Endama Rêvebriya Meclisa Ciwanan a Dêrazorê Leyla Ehmed cejn li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Leyla banga bilindkirina asta têkoşînê li ser rêya netewa demokratîk ji bo xurtkirina jiyan hevbeş kir.

Şahî bi stranên Koma Meclisa Ciwanan û gerandina govendê bi dawî bû.

(jo)

ANHA