Dest bi sererastkirina rêyên Qamişlo hate kirin

Şirketa giştî ya rêyan (Zagoros) dest bi sererastkirina rêyên li navçeya rojhilatê bajarê Qamişlo kir, tê payîn ku di rojên pêş de dest bi sererastkirina rêyên navçeya rojava jî bike.

Dest bi sererastkirina rêyên Qamişlo hate kirin
Dest bi sererastkirina rêyên Qamişlo hate kirin
Dest bi sererastkirina rêyên Qamişlo hate kirin
Dest bi sererastkirina rêyên Qamişlo hate kirin
Dest bi sererastkirina rêyên Qamişlo hate kirin
Dest bi sererastkirina rêyên Qamişlo hate kirin
Dest bi sererastkirina rêyên Qamişlo hate kirin
Dest bi sererastkirina rêyên Qamişlo hate kirin
2 gulan, 2019   12:16
QAMIŞLO

Şaredariyên rojhilat û rojava yên bajarê Qamişlo di 23`ê Nîsanê de peyman bi şirketa giştî ya rêyan (Zagros) ji bo sererastkirina rêyên bajêr, danî. Piştî ku rewşa hewayî baş bû, îro şirketê dest bi qeşartina rêyên navçeya rojhilat kir.

Di saetên sibê de, alavên şirketa giştî ya rêyan berê xwe da aliyê rojhilatê bajarê Qamişlo û dest bi qeşartina rêyan kir da ku amade paşê were ziftkirin.

Endamê Rêveberiya Buroya Rêveber di Şaredariya Gel a Rojhilat Emîn Cedû ji ajansa me re wiha got: "Wek pêvajoya yekê, niha rê tê qeşartin, piştî dawîkirina vê pêvajoyê dê bê zift kirin."

Der barê mijarê de, Şaredariyên Gel a navçeya Tirbespiyê û gundewarên wê di civînekê li navenda şaredariyan a kantona Qamişlo peyman bi şirketa giştî ya rêyan re danî, da ku rêyên ji ber lehiyên di meha Adar û Nîsanê de xerab bûn, sererast bikin.

Hevseroka Şaredariya Gel a Navçeya Tirbespiyê Sûad El-Hisên wiha got: "Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê bi hevkariya komînan komîteyek ji bo jimartina rêyên zirar bûne ava kirin, piştî jimartinê, me peyman bi şirketa Zagros re danî da ku rêyên navçeyê bi awayekî qanûnî rêyan sererast bikin."

(jo)

ANHA