Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa şerê rejîmê û Rûsya li Idlibê, xistina Ixwan Muslimîn nava lîsteya terorê, rewşa Yemenê û hin mijarên din kirin.

Rojeva rojnameyên erebî yên îro
2 gulan, 2019   08:04
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Xelîc Îmaratî: Gurkirina Sûrî-Rûsî zemîna destwerdana Idlibê çêdik

Têkildarî rewşa Idlibê, rojnameya El-Xelîc Îmaratî got: “Duh artêşa Sûriyê bi destekdayîna balafirên Rûsya, operasyonên xwe yên leşkerî li bejahiyên Idlibê û Hemayê berfireh kirin, li gorî çavkaniyên ji opesizyona Sûriyê ev operasyon wekî zemîna destwerdana Idlibê ye. NY`yê jî ragihand ku bi destpêkirina gurkirina şer li herêmê, heta niha 140 hezar mirov ji meha Sibatê ji parêzgeha Idlibê koçber bûne.”

Rojnameyê bi berdewamî got: “Herêmên bê çek ên li bejahiyên Hema û Idlibê rastî êrîşên balafirên Rûsya û Hêzên Artêşa Sûriyê hatin. Piştî 7 mehan, careke din helîkopteran zêdetirî 35 bermîlên teqemeniyê bi ser bajar û bajarokên bejahiya Hemanê berdan. Ji aliyekî din ve jî êrîşên hewayî yên balafirên şer dewam dike.”

Rojnameyê got: “Çavdêriyê Mafên Mirovan a Sûriyê jî ragihand ku hêzên rûsî alavên leşkerî û endizyarî, her wiha lojîstik anîn bejahiya rojava ya Hemayê. Hêzên hikumetê jî, hêzên xwe anîn bejahiya Hemayê ya nêzî bejahiya Idlibê. Ev yek nîşana operasyoneke berfireh a leşkerî dide.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê rojnameya Şeriq El-Ewset wiha got: "Zextên li ser Meclisa Leşkerî ya Sûdanê ji gelek aliyan ve didom in, di demeke ku rêveberiya”El-Hîrak” xwe ji meşeke mezin re amade dike, banga Yekitiya Afrîka ji meclisê re hate kirin da ku desthilatdariyê di 60 rojan de radestî sivîlan bikin."

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê rojnameya El-Heyat wiha got: "Berdevkê bi navê hêzên koalisyona destekdayîna hêzên rewa li Yemenê, Tirkî El-Malikî ragihand ku şevê din koalisyonê çalakiyeke leşkerî li dijî cihê leşkerî li bargeha Dilêmî yê esmanî ya li Yemenê pêk anî. El-Malikî da zanîn ku êrîşê cihên sererastkirina balefirên bê bîlot, sîstema peywendiyê, her wiha cihê pisporên biyanî û xebatkarên vê sîstemê ji çekdarên Hûsiyan ên terorîst ku desteka xwe ji Îranê digirin, kir hedefa xwe."

Ixwan Musilmîn

Li aliyekî din jî rojnameya El-Xelîc wiha got: "Îranê ragihand ku ew pilana Amerîka ya xistina Ixwan Muslimîn nava lîsteya terorê de red dike. Her wiha piştre, Tirkiyê jî ev yek red kir.

Venzuela

Der barê rewşa Venzuela rojnameya Şeriq El-Ewset wiha got: "Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Mike Poempo, ragihand ku rêveberiya serok Donald Trump ji bo karekî leşkerî ji bo dawîkirina aloziya li Venzuelayê amade ye."

(jo/kc)