Sûkên Eşrefiye  ji nû ve geş dibin

Xwediyên dikanên taxa Eşrefiye ya bajarê Helebê piştî gelek salan ji şer carek din dikanên xwe vedikin. Li taxê derdora 400 dikan û werşe li gel bi cihbûna şêniyan li taxê  hatine vekirin.

Sûkên Eşrefiye  ji nû ve geş dibin
1 gulan, 2019   12:16
HELEB-TOLÎN HESEN-HENEN MIHEMED

Taxa Eşrefiye beşa Benî Zêd di dirêjahiya 4 salan de ji 2012`an heya 2016`an rastî şerên dijwar hat. Di encamê de niştecihên wê ji Kurd, Ereb, Turkman û Êzidî neçar man koçber bibin û tenê 35 malbat li ber xwe da.

Piştî şikandina dorpêçê li ser her du taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Helebê û peydabûna ewlehiyê tevgera şênî vegerî taxa Eşrefiye bi taybet beşa Benî Zêd.

Şênî bi hevakrî û koordîneya komînên taxê dest bi vekirina dikan û werşeyên pîşeyî kirin.

Derdora 400 dikan û werşeyên pîşeyî hatin vekirin

Jiyan hêdî hêdî vegerî taxa Eşrefiye û gelek xwediyên pîşe û dikanên bazirganiyê ji nû ve dikanên xwe di nav wêrabûna derdora taxê de û mercên xizmetguzarî yên navîn vekirin.

Hejmara dikanên ku nû li Benî Zêd û Eşrefiye hatine vekirin gihaşt 400 dikanên cilan, caw, sol, xwarin, şêranî, hesinkar, berika kevir, alavên malan, navendên sotemenî  û werşeyên dirûnê.

Tevî wê jî 4 dermanxane û iyadetên tenduristiyê bi tevahiya beşan hatin vekirin.

Girêdayî mijarê hevserokê Meclisa Gel a taxa Eşrefiye beşa Benî Zêd Cemal Şêx Mihemed diyar kir ku hejmara şêniyan wê ji vê pirtir bûye, lê tax di encama şerên domdar de di dirêjahiya 4 salan de gelek wêran bûye. Şêx Mihemed destnîşan kir ku xebatên wan ji bo restorekirina avahiyan, da ku pêdiviyên şêniyên ku vedigerin bînin cih, berdewam in.

Şêniyê bi navê Mistefa Mihemed dikana berika keviran li beşa Benî Zêd vekiriye. Mihemed ji ajansa me re axivî û got: "Şêniyên taxê hemû bi hev re hevkar bûn heya ku tax gihaşt vê astê. Em niha hewl didin wê baştir bikin."

Mihemed destnîşan kir ku serkeftina berxwdana taxê ya li dijî komên çete encamên hevgirtina wan e.

`Bi sebirê em tişta pêwîst tînin cih`

Şêniyê bi navê Mihemed Tobal dikana şêranî beriya 5 mehan li taxê vekiriye. Tobal destnîşan kir ku tevgera şêniyan di nav taxê de baş e, hejmara wan hêdî hêdî duqat dibe û got: "Bi sebirê em tişta pêwîst tînin cih."

Xwediyê dikana kehrebeyê Hisên Mihemed got: "Ji ber ewlehiya taxê û baweriya me ku rewşa taxê baş dibe, ji beriya salekê ve me dikan vekir."

(şx)

ANHA