Jeffrey serdana Enqereyê dike û piştre dê biçe Cinêvê

Wezareta Karên Derve ya DYA`yê destnîşan kir ku nûnerê DYA’yê James Jeffrey û cîgirê wî yê li Sûriyê Joel Rayburn îro dê serdana Tirkiyê bikin û piştre berê xwe bide Cinêvê.

Jeffrey serdana Enqereyê dike û piştre dê biçe Cinêvê
30 nîsan, 2019   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bal kişand ser ku serdana James Jeffrey û Joel Rayburn a Enqereyê, dê 3 rojan bidome. Tê de nûnerê DYA’yê diyalogên der barê qaşo "herêma ewle" ya li Bakurê Sûriyê, garantiya ewle û aramiya hevalbendên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê guftûgo bike.

Malperê wiha nivîsand: "Nûnerê DYA’yê dê di 3’yê Gulanê de berê xwe bide Cinêvê. Dê bi koma Sûriyê ya biçûk re ku ji nûnerên Brîtanya, Fransa, Almanya, Erebistana Siûdî, Urdun û Misrê pêk tê, hevdîtinê der barê Sûriyê de li dar bixe."

Her wiha hate zanîn ku nûnerê DYA’yê dê bi nûnerên dîtir re der barê bûyerên dawîn ên li Sûriyê rû didin de, nîqaşan bike. Nexasim dê giranî li ser asta dijwarbûna tundiyê ya li bakurê rojavayê Sûriyê be. Her wiha piştgiriya NY’yê ji bo geşkirina xebatên siyasî û pêkanîna biryara Meclisa Ewlekariyê ya 2254’an nîqaş bikin.

Malpera fermî ya DYA’yê bal kişand ser ku James Jeffrey dê di serdana xwe de tekeziya têkbirina rêxistina terora DAIŞ’ê bike.

(fr)