Yekitiya Afrîkayê li Qahîreyê 2 lûtkeyan li dar dixe

Îro li Qahîrayê der barê rewşa Sûdan û Lîbyayê 2 lûtkeyên Yekitiya Afrîkayê têne lidarxistin.

Yekitiya Afrîkayê li Qahîreyê 2 lûtkeyan li dar dixe
23 nîsan, 2019   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Afrîkayê îro li paytexta Misrê Qahîreyê 2 civînan li dar dixe. Ya yekemîn têkildarî nîqaşkirina rewşa Sûdan û xurtkirina xebatên ji bo aramî û aştiyê ye.

Di civîna duyemîn de dê geşedanên li Lîbyayê û çawaniya çareserkirina aloziya heyî, xebatên siyasî û tunekirina terorîstan werin nîqaşkirin.

Yekitiya Afrîkayê di 15`ê Nîsanê de 15 roj wext da Meclisa Demkî ya Xertûmê da ku serweriyê radestî rêveberiya sivîl bike.

 (bx)