Li Dêrazorê depoya genim dîsa hate vekirin

Komîteya Çandiniyê ya gundewarê Dêrazorê, piştî qedandina xebatên sererastkirinê, îro bi merasîmekê depoyên genim li herêma 10 Kîlo Metre vekir.

Li Dêrazorê depoya genim dîsa hate vekirin
Li Dêrazorê depoya genim dîsa hate vekirin
Li Dêrazorê depoya genim dîsa hate vekirin
Li Dêrazorê depoya genim dîsa hate vekirin
22 nîsan, 2019   14:42
DÊRAZOR

Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê depoya genim a herêma 10 Kîlo Metre ya li gundewarê Dêrazorê ku têra 12 hezar ton dikin, bi merasîmekê vekir. Bi dehan şênî, hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê, endamên Komîteya Çandiniyê û endamên saziyên sivîl tev li merasîma vekirinê bûn.

Merasîm bi axaftina hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif destpê kir. Xesan got: "Pêvajoya kar û xebatê destpê kiriye. Gelek kar ji me tê xwestin. Gelê me layîqî hewldanên me ji peydakirina xebatan û avakirina civakek azad û karker e."

Hevserokê Komîteya Çandiniyê Mihemed El-Ezîz got: "Genim berhemekî stratejîk e. Bi rêya genim arvan ji firnan re tê peydakirin. Her wiha beşek jê ji bo sala bê tê depokirin. Em hewl didin îsal rêgeza xwetêrkirinê pêk bînin, ji ber ku genim bi rûbarên berfireh hatiye çandin. "

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku depoyên genim li Herêma 10 Kîlo Metre ji sala 2011`an ve ji ber kiryarên çeteyan ji dizî û talankirinî, ji xizmetê derketibû.

(şx)

ANHA