Li Minbicê şahiyek ji xwendekaran re hate lidarxistin

Komîteya Çalakiyên Dibistanan bi hevkariya Komîteya Perwerdeyê û bi dirûşma "Di zanistê de em welat dibînin" şahiyek ji xwendekarên asta navîn re li Dibistana 16`ê Tişrînê a bajarê Minbicê li dar xist.

Li Minbicê şahiyek ji xwendekaran re hate lidarxistin
Li Minbicê şahiyek ji xwendekaran re hate lidarxistin
Li Minbicê şahiyek ji xwendekaran re hate lidarxistin
Li Minbicê şahiyek ji xwendekaran re hate lidarxistin
Li Minbicê şahiyek ji xwendekaran re hate lidarxistin
16 nîsan, 2019   11:47
MINBIC

Endamên Komîteya Perwerdeyê, malbatên xwendekaran, her wiha endamên saziyên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê û mamosteyên dibisitanê beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de rêveberekî Dibistana Xidir Hemade axivî û kêfxweşiya xwe bi xwendekarên ku ji zanist û xwendinê hez dikin, diyar kir.

Paşê şano, stran û dîlanên folklorîk hatin pêşkêşkirin. Di dawiyê de Komîteya Perwerdeyê xwendekarên serkeftî xelat kirin.

(bx)

ANHA