Çalakiya Leyla Guven gihaşt roja 153’yan

Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven, ket roja 153’yan. Ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan, li gelek navendên Kurdistanê û Ewropayê çalakiyên grevê berdewam dikin. Her wiha çalakiya girtiyên di zindanên Tirkiyê de jî ji 1’ê Adarê ve li hemû zindanan belav bû û zêdetirî 7 hezar girtî li ber xwe didin.

Çalakiya Leyla Guven gihaşt roja 153’yan
9 nîsan, 2019   07:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 153 roj e çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam dike. Leyla Guven di Zindana Amedê de dest bi çalakiya xwe kiribû û piştî ku hate tehliyekirin, di mala xwe de çalakiya xwe berdewam dike.

Endamê meclisa partiyê ya HDP’ê Nasir Yagiz li Hewlêrê çalakiya xwe di roja 140’emîn de didomîne. Li Strasbourgê 14 kes û li Walsê Îmam Şîş ev 114 roj e çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin. Çalakiya girtiyên li zindanên Tirkiyê ku di 16’ê Kanûnê de dest pê kiribû, 115 roj li pey xwe hiştin.

Çalakiya li avahiya HDP’ê ya Amedê dewam dike

Li Amedê jî parlamenterên HDP’ê Dêrsim Dag, Tayîp Temel û Murat Sarisaç di avahiya HDP’ê de ji 3’yê Adarê ve çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam dikin.

Çalakiya Sedat Akin ku di Zindana Erzinganê de dest bi çalakiyê kiribû, piştî ku hate tehliyekirin, çalakiya li mala xwe ya li Batmanê didomîne. Gurbet Ektîren ku li Zindana Bakirkoy a Stenbolê di 15’ê Çileyê de dest bi çalakiyê kiribû, piştî ku di 8’ê Adarê de hate tehliyekirin, çalakiya xwe li mala xwe ya navçeya Dêrik a Mêrdînê didomîne. Ihsan Sinmîş (55) di 1’ê Adarê de li Zindana Silivrî ya Stenbolê dest bi çalakiya xwe kir û piştî ku di 11’ê Adarê de tehliye bû, di mala xwe ya li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê de çalakiya xwe didomîne. Ferdi Karabay li Zindana Bucayê ya Izmîrê di 1’ê Adarê de dest bi çalakiyê kir û piştî ku di 22’yê Adarê de tehliye bû, çalakiya xwe li mala xwe didomîne.

Ji bo protestokirna tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn

Ugur Şakar di 20 Sibatê de li bajarê Krefeld ê Almanyayê li ber dadgehê ji bo protestokirina tecrîdê agir berdabû bedena xwe û birîndar bûbû. Şakar di 22’yê Adarê de li nexweşxaneyê şehîd bû. Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de li Zindana Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’yê Adarê de li Zinadana Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de li Zindana Oltuyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de li Zindana Mêrdînê, Yonca Akici di 1’ê Nîsanê de li Zindana Jinan a Şakranê, Siraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de li Zindana Osmaniyeyê û herî dawî jî Mahsûm Pamay li Zindana Xarpêtê ji bo protestokirina tecrîdê bi çalakiyên fedayî dawî li jiyana xwe anî.