Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa têkoşîna li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê, topbarana li ser herêmên bê çek, pilana Netinyaho ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, hilbijartinên Tirkiyê, istîfakirina serokê Cezayîrê, Lîbyayê û Iraqê kirin.

Rojeva rojnameyên erebî yên îro
4 nîsan, 2019   08:16
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Ereb: Pilana Netinyaho ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê li ser maseya Pûtin e

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya El-Ereb got: “Serokwezîrê Israîlê Netinyaho roja Pênşemê serdana Mosko dike, ev serdan di kêm mehekê de ya duyemîn e. Tê payîn ku di serdanê de, bi serokê Rûsya Pûtin re derbarê pilana çareseriya aloziya Sûriyê, nîqaş bike. Beriya wê jî dezgehên çapemenî yên Israîlê hin dateyên vê pilanê parve kiribûn.

Berdevkê Kermlin Pîskov ragihand ku wê Netinyaho roja Pênşemê li Mosko be û serdana wî zêde dirêj nake. Pîskov anî ziman ku Rûsya wê pilana çareseriya aloziya Sûriyê ya ku tê payîn Netinyaho ji Pûtin re pêşkêş bike, binêre.”

El-Qudis El-Erebî: Sûriyê: Balafirên Rûysa û topbarana rejîma Sûriyê li ser Idlib bi dehan kes kuştin û birîndar kirin

Rojnameya El-Qudis El-Erebî behsa şerê li Idlibê kir û got: “Balafirên şer ên Rûsya 8 caran êrîşî bajarokên bejahiya Idlibê kirin, di encamê de kuştin û birîndarbûn çêbû. Di heman demê de, dewriyên Tirkiyê jî li bakur-rojavayî Sûriyê digerin. Her wiha rejîma Sûriyê jî bi awayekî dijwar bejahiyên Idlibê topbaran kir.

Parastina Sivîl a Sûriyê got, di encama topbarana rejîma Sûriyê li ser bajaroka El-Hewaş sivîlek hate kuştin û yek jî birîndar bû. Her wiha di encama topbarana mûşekên ku bombeyên guşî radikirin li ser bajaroka Merşemarîn a bejahiya başûr a Idlibê  de, zarokek hate kuştin û dayîka wî û hin sivîlên din jî birîndar bûn.

Çavkaniyên herêmî jî ragihandin ku encama topbarana li ser gundên Sehil E-Xab a bejahiya bakur-rojavayî Hemayê sivîlek hate kuştin û du kesên din jî birîndar bûn. Her wiha rejîma Sûriyê gundên Bab Taqa û El-Hewaş ên Sehil El-Xab topbaran kirin di encamê de sivîl birîndar bûn. Di heman demê de, li herêmên bejahiya bakur a Hemayê û bejahiya başûr a Idlibê ku ew jî di nava herêmên bê çek de ye, gelek mûşek li wan herêman ketin.

Li gorî çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê, ji dema rêkeftina Soçî ya avakirina herêmeke kêmkirina şer, heta niha 505 kes herî kêm li wan herêman hatin kuştin, ji wan 240 sivîl in û ji wan sivîlan jî 87 zarok in û 49 jî jin in.

Şeriq El-Ewset: Balafirên Koalîsyonê êrîşên xwe li dijî Rojhilatê Firatê dewam dike, da ku li ser fermandarên DAIŞ`ê radestbûnê feriz bike

Rojnameya Şeriq El-Ewset behsa şerê li dijî şaneyên DAIŞ`ê kir û got: “Berdevkê Hêzên Sûriyê Demokratîk teqez kir ku Koalîsyona Navneteweyî û hêzên wan şerê li dijî fermandarên DAIŞ`ê li rojhilatê Sûriyê dewam dikin, da ku fermandarên DAIŞ`ê xwe radest bikin.

Berdevka Bagera Cizîrê, Lîlwa Abdullah, ji ajansa Almaniya re got: “Hêzên Sûriyê Demokratîk dest bi operasyonên şopandina şaneyên DAIŞ`ê li bejahiya rojhilat a Dêrazorê kirin, ji ber ku ev şane ewlehiya herêmê xerab dikin.

Lîlwa bi berdewamî got: “Li herêmên rizgarkirî erkeke me heye ew jî ji karê leşkerî zehmetir e. Em niha li ser rizgarkirina herêmê ji fikra rêxistina DAIŞ`ê dixebitin. Ev yek jî hevkariyek ji hemû saziyên xizmetguzarî, rêveberî û perwerdê û kedeke ya civakê bi giştî dixwaze.”

Tirkiyê

Têkildarî rewşa Tirkiyê, rojnameya EL-Ereb got: “Li Tirkiyê, têkildarî bidesxistina serokatiya şaredariya  Istenbolê, alozî dewam dike. Ev yek jî piştî ku Komîteya Bilind a Hilbijartinan biryar da ku dengan jinûve li 8 navendên Istebolê ji eslê 39 navendan, werin jimartin.

Birêtaniya

Rojnameya Şeriq El-Ewset behsa mijarê Birêtaniya kir û got: “Di du rojan de, du wezîrên hikumeta Birêtaniya ji ber nerazîbûna li li ser banga serokwezîra Birêtaniya May ji bo serokê muxaleftê Jeremy Corbin da ku danûstandina bi armanca  derketina ji aloziya  pretext bikin, istîfa kirin.”

Lîbya

Têkildarî rewşa Lîbyayê, rojnameya EL-Ereb got: “Li gorî daxuyaniya çapemeniya şer a girêdayî artêşa niştimanî ya Lîbyayê, gelek yekîneyên artêşê berê xwe dane herêma rojava da ku ji komên terorîst paqij bikin. Yekîneyên leşkerî di bin fermandariya Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yê Lîbyayê ketine tevgerê.”

Cezayîr

Têkildarî rewşa Cezayîrê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Piştî serhildanên gel ku zêdetirî mehekê dirêj kir, serokkomarê Cezayîrê Ebdullezîz Botefilîqî şeva çûyî istîfa xwe da, bi vê yek ku Cezayîr niha di bin rêveberiya fermandarê artêşê Ferîq Ehmed Qayîd Salih de maye.”

Iraq

Têkildarî rewşa Iraqê jî, rojnameya El-Ereb got: “Çavkaniyên siyasî dûrxistin ku serokwezîrê Iraqê Adil Ebdelmehdî, dosyeyên hesas di serdana xweya li Tehranê de ku wê Şemiyê be, vebike.”

(kc)