‘4’ê Nîsanê roniya rêya jinên azadîxwaz e’

Ji rêveberên Meclisa Jinan a Minbicê Hena Şerîf diyar kir ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rojbûna gelê azadîxwaz û rizgarkirina jinan e.

‘4’ê Nîsanê roniya rêya jinên azadîxwaz e’
‘4’ê Nîsanê roniya rêya jinên azadîxwaz e’
‘4’ê Nîsanê roniya rêya jinên azadîxwaz e’
‘4’ê Nîsanê roniya rêya jinên azadîxwaz e’
‘4’ê Nîsanê roniya rêya jinên azadîxwaz e’
3 nîsan, 2019   12:07
MINBIC

Îro bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Meclisa Jinan a bajarê Minbicê li Parka Newroz a ku dikeve rojhilatê Minbincê, şahiyek li dar xist.

Şahî bi beşdariya bi sedan endamên saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê hate lidarxistin.  Di şahiyê de ji rêveberên Meclisa Jinan a bajarê Minbicê Hena Şerîf axivî û got: "Bi destpêka biharê û rojbûna rêber Apo re, rojeke nû hilat.”

Hana Şerîf di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojbûna gelên azadîxwaz û rizgarkirina jinan ji bindestiyê ye, her wiha ronahiya ku rêya azadiya jinan ronî kiriye.

Piştî bidawîkirina axaftina Hena, dar û gul li Parka Newroz hatin çandin.

Şahî bi gerandina govendên gelêrî û stranên şoreşgerî bi dawî bû.

(eh)

ANHA