Ji ber barana zêde nexweşî li berhemên çandiniyê ketin

Li herêma Cizîrê ji ber barana zêde û ji ber ku cotkar li gorî wexta çandiyê tev negeriyan, nexweşî li hin berhemên çandiye ketin. Saziyên çandiniyê bang li cotkaran kir ku berheman derman bikin.

Ji ber barana zêde nexweşî li berhemên çandiniyê ketin
Ji ber barana zêde nexweşî li berhemên çandiniyê ketin
Ji ber barana zêde nexweşî li berhemên çandiniyê ketin
Ji ber barana zêde nexweşî li berhemên çandiniyê ketin
3 nîsan, 2019   10:23
RÊNAS REMO - KADAR ÎBRAHÎM / QAMIŞLO

Li herêma Cizîrê nexweşiya zengê li berhemên çandiniyê xistiye, bandora vê nexweşiyê zêde ye û zirarê dide berheman. Berhema ku herî zêde zirar dîtiye, genim e.Tê zanîn ku jîngeha guncaw ji nexweşiya zengê re şilbûn e.

Pisporên çandiyê yên li herêmê  diyar kir ku berhemên herêma Cizîrê ev 2 car e ku nexweşiya zengê lê dikeve, cara yekê di sala 2009`an de bû û di encamê de wê demê rêjeya berhemdayîna genim û ceh gelekî kêm bû.

Di van rojan dawîn de li herêma Cizîrê baran zêde dibare, ji ber vê yekê lehî çêbûn û rêjeya şiliyê bilind bû. Ev yek jî bû sedem ku ev nexweşî belav bibe. Ji aliyekî din ve jî, cotkaran li gorî dema çandiniyê berhemên xwe neçandin.

Nîşaneyên nexweşiya zengê

Gelek nîşaneyên derketina nexweşiya zengê hene. Ji van; guherîna ku di liba berhemê de çêdibe wekî girsbûn, vitiqandin û sihkuliyê. Ev nexweşî bi rêya av û ba belav dike.

Awayê pêşîlêgirtina belavbûna nexweşiya zengê

Têkildarî mijarê endezyara Saziya Çandiniyê ya navçeya Tirbespiyê Hêwa Îsa destnîşan kir ku divê cotkar ji bo ku ev nexweşî çênebe, çandiniyê di dema guncaw de biçînin, çênabe avdana bi rezazan û li gorî dewriyên çandiniyê tev bigerin, çandina cureyên ku têkoşîna nexweşî û semadê dikin û dermanê kêçikan.

Di dawiyê de Hêwa Îsa tekez kir ku ew wek Komîteya Pêşîlêgirtinê ya Saziya Çandiniyê li navçeya Tirbespiyê hemû cotkarên herêmê hişyar dikin ku di zûtirîn demê de dermanan li nava zeviyên xwe bireşînin.

(eh)

ANHA