‘Rojbûna rêber Ocalan rojbûna gelên azadîxwaz e’

Bi boneya salvegera jidayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, Meclisa Dêrikê civînek ji  şêniyan re li dar xist, her wiha bi heman boneyê Kongreya Star a şaxê Girkê Legê jî semînerek organîze kir.

‘Rojbûna rêber Ocalan rojbûna gelên azadîxwaz e’
‘Rojbûna rêber Ocalan rojbûna gelên azadîxwaz e’
‘Rojbûna rêber Ocalan rojbûna gelên azadîxwaz e’
‘Rojbûna rêber Ocalan rojbûna gelên azadîxwaz e’
‘Rojbûna rêber Ocalan rojbûna gelên azadîxwaz e’
‘Rojbûna rêber Ocalan rojbûna gelên azadîxwaz e’
‘Rojbûna rêber Ocalan rojbûna gelên azadîxwaz e’
‘Rojbûna rêber Ocalan rojbûna gelên azadîxwaz e’
1 nîsan, 2019   12:49
QAMIŞLO

Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê û navçeyên wê li Navenda Ciwanan a Şehîd Bawer, da ku beşdarî civîna ku meclisa navçeya Dêrikê bibin, kom bûn.

Di civînê de ji  rêveberên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Dijwar Mihemed axivî û rojbûna Ocalan, serkeftina ku Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi dest xistiye û serkeftinên ku QSD`ê li dijî DAIŞ’ê pêk anîne, pîroz kirin. Her wiha gelên Suryan, Kildan û Asûrî jî bi boneya cejna Ekîto pîroz kirin.

Di dewama axaftina xwe de Mihemed bal kişand ser berdêlên ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî komên terorîst û jib o parastina destkeftiyên ku di Şoreşa Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyê dane.

Dijwar Mihemd wiha pê de çû: "Berxwedan, têkoşîn û perspektîfên rêber Apo hişt ku em bigihîjin vê qonaxa dîrokî û serkeftin li pey serkeftinê li dijî dagirker û çeteyan em bi dest bixin, her wiha rojbûna rêber Ocalan ji gelên azadîxwaz re destpêka jiyaneke nû ye."

Civîn bi gotûbêjên der barê pêşdeçûnên siyasî yên li herêmê de bi dawî bû.

Girkê Legê

Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan Kongreya Star a şaxê Girkê Legê semînerek li Navenda Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê li dar xist.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê ji rêveberên Kongreya Star a kantona Qamişlo Agirî Xelat axivî û wiha got: "Rojbûna Rêbertî wekî ronahiya ku berê me bi rêya azadiyê ve ronak kiriye, rêya me ya azadiyê ye û rûmeta piştî salên dûvedirêj ji tarîtî û bindestiyê, her wiha rojbûna Rêbertî wekî şewqekê ye û rojbûna hemû gelên azadîxwaz e."

Agirî Xelat di dewama axaftina xwe de silav li têkoşerên girtî yên di zindanên Tirkiyê de û li Leyla Guven kir. Piştî bidawîkirina axaftinê, belgefîlmek der barê têkoşîn, jiyana Rêberê Gelê Kurd Ocalan û Komploya Navdewletî de hat pêşandan. 

Civîn bi sloganên “Bijî berxwedana Ocalan û çalakgerên greva birçîbûnê” bi dawî bû.

(eh)

ANHA