Di pêngava "Jin jiyan e, jiyanê nekujin" de du semîner hatin dayîn

Li kantona Kobanê, di çaroveya pêngava "Jin jiyan e, jiyanê nekujin" de ya ku Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan daye destpêkirin, du semîner hatin dayîn.

Di pêngava "Jin jiyan e, jiyanê nekujin" de du semîner hatin dayîn
Di pêngava "Jin jiyan e, jiyanê nekujin" de du semîner hatin dayîn
Di pêngava "Jin jiyan e, jiyanê nekujin" de du semîner hatin dayîn
Di pêngava "Jin jiyan e, jiyanê nekujin" de du semîner hatin dayîn
27 adar, 2019   19:39
KOBANÊ

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan ji bo rêgirtina li ber şidata li dijî jinan di 16‘ê Sibatê de bi dirûşmeya "Jin jiyan e, jiyanê nekujin" pêngaveke dabû destpêkirin.

Di çarçoveya pêngavê de îro, li herêma Sirînê û navçeya Çelebiyê yên başûr-rojhilatê bajarê Kobanê du semîner hatin dayîn. Bi dehan kes beşdarî semîneran bûn.

Semîne ji ailyê rêvebera Rêxistina Sara Şêrîn Muslim ve hate dayîn. Şêrîn anî ziman ku armanca wan a ji pêngavê parastina jin ji hemû cûre şîdetê ne û banga mezinkirina pêngavê û pêkanîna wekheviyê di navbera herdu zayandan de kir.

Şêrî got: "Bandora şideta li dijî jinan, dihle ku jin lewaz be û ji xwe bê bawer be, her tim bi tirs be, şideta ne tenê bandoreke neyinî li jinê dike, di heman demê de li ser civakî dike."

Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Pêngava "Jin jiyan e, jiyanê nekujin" dê heta 8‘ê meha bê dewam bike.

ANHA