Oldaran xwestin kesên li dijî mirovahiyê sûc kirine, werin darizandin

Kongreya Civaka Islamî ya Demokratîk û Yekîtiya Oldarên Musilman banga darizandina kesên li dijî mirovî û baweriyan sûc kirin li civaka navdewletî kirin.

Oldaran xwestin kesên li dijî mirovahiyê sûc kirine, werin darizandin
27 adar, 2019   19:30

HESEKÊ

Bi dehan endamên Kongreya Civaka Islamî ya Demokratîk, Yekîtiya Oldarên Musilman, Buroya Olan a Bakur Sûriyê li pêşiya Mizgefta Selam a taxa Nasra ya bajarê Hesekê kom bûn. Li vir daxuyanî bi zimanê Erebî û Kurdî ji aliyê Serokê Saziya Olî ya Dêrazorê û endamê Meclisa Şêwirî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêx Necmedîn El-Hisênî û Serokê Yekîtiya Oldarên Musilman Mele Mihemed Xerzanî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de serkeftinên QSD‘ê yên li dijî DAIŞ‘ê hate pîrozkirin û hate gotin, serkeftinên li dijî hêzên tarî yên ku nûnertiya îslamê nakin, ji bo tevahî mirovahiyê serkeftinek e.

Daxuyaniyê wiha domand: "Hêzên QSD‘ê ku Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyên din di nav de digire û ji parastinê xak û rumetê dike, komên tundraw têk birin û jiyaneke hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de hate pêk anîn. Şehîdên ji hemû pêkhate, ol û etnîk li dijî hêzên tarî şer kirin, xwîna şehîdên musliman, xiristiyan û êzidî, Kurd û Ereb tev li hev bû û dara azadiyê av dan. "

Di daxuyaniyê de hemû cûra tundî hate şermezarkirina û banga jiyana hevbeş hate kirin û wiha hate bidawîkirin: "Bi navê Kongre û Yekîtiya Oldarên Musilman û Buroya Olan em hemû cûre tundî li dijî mirovahî ye çi bi navê ol, an netew û anî ji mezheban be şermezar dikin û banga jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de li ser esasê edalet, hezkirin û aştiyê dikin û banga civaka islamî û avakirina deometekê mîna ya Medîna Minewera ya ku pêxember Mihemed ava kiriye dikin. Her wiha em bang li civaka navdewletî dikin ku kesên li dijî mirovahî û baweriyan sûc kirine li dadgehên navdewletî darizîn. Divê em yekîtiya xwe ava bikin û jiyana hevbeş a li gorî netewa demokratîk xur bikin. Em bang li kesên derketine derve dikin bila li welatê xwe vegirin û welatekî aştî, edaletî ava bikin.

Herî dawî em ji xweda re dûa dikin serkeftinê bide QSD li hemberî dijminên mirovahî û demokrasiyê."

ANHA