Nameya Ayten Beçet di Newroza Stenbolê de hate xwendin

Nameya Ayten Beçet ku bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li jiyan xwe anî, di Newroza Stenbolê de hate xwendin. Beçet di nameya xwe de wiha got: “Ji bo ku pêngavekê biavêjim, yekem car e xwe wisa azad hîs dikim.”

Nameya Ayten Beçet di Newroza Stenbolê de hate xwendin
24 adar, 2019   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Di pîrozbahiya Newroza Stenbolê de ku bi dirûşma “Teqez em ê bi ser bikevin, tecrîdê bişikînin" ku li navçeya Bakirkoy bi tevlêbûna bi sed hezaran hate lidarxistin, nameya Ayten Beçet hate xwendin. Ayten Beçet bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê ya dewleta Tirk dawî li jiyana xwe anîbû.

Nameya Ayten Beçet wiha ye:

“Di van rojan de ku ez ketim nava lêgerînê bê ka çawan ji pêvajoyê re bibim bersiv, heval Zulkuf Gezen di 17’ê Adara 2019’an de, ji bo min nîşan da ku çi dibe bila bibe, li ser esasekî rast mirov dikare ji pêvajoyê re bibe bersiv. Mirovek ku dixwaze azad bibe, dikare azad bibe û ji bo şikandina tecrîdê jî tu tişt nikare bibe asteng. Bi soza ku min dabû Rêbertiyê, ez beşdarî vê hemleyê bûm. Min di şexsê xwe de, gelê Kurd, gelê Botan û metropolan bihêztir û zanetir beşdarî vê hemleyê kir. Divê em xwe di şexsê heval Zulkuf de pak bikin û ji bo şikandina tecrîdê zêdetir dengê xwe bilind bikin. Ji bo ku gavekê biavêjim, yekem car e xwe wisa azad hîs dikim. Baweriya min ew e ku bi mêjî û rihê xwe, bi coşa hevdîtina Rêbertiyê, bi jiyaneke birûmet a fermandar heval Zulkuf Gezen wek mîras ji me re hişt, em ê çembera berxwedanê mezin bikin û bibin bersiv ji pêvajoyê re.

Bijî berxwedana zindanan, bimire komplo û tecrîda navneteweyî.

Silav û rêzên şoreşgerî.”