Şervanên QSD`ê Baxoz rizgar kir

Şervanên QSD`ê gundê Baxoz, baregeha dawîn a çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir. Bi vê yekê “Şerê Tunekirina Terorê” bi dawî bû, DAIŞ ji hêla leşkerî ve têk çû û QSD`ê bi ser ket.

Şervanên QSD`ê Baxoz rizgar kir
21 adar, 2019   06:45

DÊRAZOR

Nûçegihanê me ragihand ku şervanên QSD`ê gundê Baxoz bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir. Bi vê yekê Şerê Tunekirina Terorê bi têkçûna DAIŞ`ê û serkeftina QSD`ê bi dawî bû.

Nûçegihanê me diyar kir ku gundê Baxozê bi temamî hate rizgarkirin û şervanan dest bi operasyonên paqijkirina Baxozê kir.

Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê roja 18`ê Îlona 2018`an ji bo rizgarkirina herêmên dawîn ên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de hate destpêkirin. 

1`ê Adarê  piştî bi hezaran sivîl, çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan xwe radestî QSD`ê kir, QSD`ê operasyona dawîn a tunekirina çeteyên DAIŞ`ê da destpêkirin.

(bx)

ANHA