Çapemeniya Azad a Jinên Rojava, Nûjiyan Erhan bi bîr anî

Çapemeniya Azad a Jinên Rojava bi boneya salvegera şehîdbûna rojnameger Nûjiyan Erhan daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin  ku dê li ser rêya şehîdên çapemeniya azad bimeşin û bîranîna şehîd Nûjiyan Erhan bidin jiyandin.

Çapemeniya Azad a Jinên Rojava, Nûjiyan Erhan bi bîr anî
20 adar, 2019   11:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya Azad a Jinên Rojava îro bi daxuyaniyekê rojnameger Nûjiyan Erhan bi bîr anî. Şehîd Nûjiyan Erhan di dema êrîşên hêzên PDK’ê yên li ser Xanesorê de birîndar bûbû û piştre şehîd bûbû.  

Daxuyaniya Çapemeniya Azad a Jinên Rojava wiha ye:

 “Îro duyemîn salvegera şehadeta rojnameger Nûjiyan Erhan e ku da êrîşên PDK’ê yên ser gelê êzidiyên navçeya Xanesorê ya girêdayî Şengalê dişopand de hedef hat girtin û bi giranî birîndar kir. Jiyan, têkoşîn û rengê hêviyên di çavê Nûjiyanê de pêşengî rênîşanderiyê dike ku em ê îro û sibê çawan bijîn.

Wek rêber û pêşengên xwe; Gurbetellî, Mîne, Zeynep, Ronahî, Canda, Rojînda, Dîdar, Berfîn, Hebûn, Deniz, Yildiz, Şîlan, Zîlan, Ekîn, Arjîn, Sarya, Dilîşan... Wek hempîşe û hevalên xwe yên rêwîtiya heqîqetê Gulistan Îke û Kibriye Evren ku di nava bi hezaran kesên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedenên xwe dane ber birçîbûnê.

Ji bo mirovên bi heqîqet û wateyê dijîn, dayikbûn, mirin, dem û cih tiştekî jixweber nîn e. Nûjiyan Erhan (Tuba Akyilmaz) li navçeya Hîlwan a Rihayê çavê xwe li jiyanê vekiriye. Girêdana wê ya azadiyê di bedena wê de hilnedihat, zû ketibû ferqa girîngiya cihê lê hatî dinyayê û di sala 2005’an de di nava mertalên zindî de berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Bi salan di ferqa ziman, wate û efsûna çiyayan de ‘nûçegihaniya rastiyan’ kir. Piştî Fermana 73’yan ji bo pêçana birînên Êzîdxanê ji rojnamegerên destpêkê çûyî Şengalê bû. Her mala ku diçûyê çîrokên wan bi hîskirina dîrokê bi îro re dikir yek û dinivîsî. Ji dûr ve li çîrokên jiyanê mêze nekir, di her çîrokekê de xwe dît û bi çavên xwe yên biken şahidiya îxaneta gelê êzidî rast hatî, kir. Zanî vegotina êş û kêfxweşiyên wan bike.

Bi vegotina îxaneta hêzên PDK’ê gelê êzidî bê parastin li hemberî çeteyên DAIŞ’ê hêlanê hêrsa gel bilind kir. Ji ber wê jî di êrîşa 3’ê Adara 2017’an ser Şengalê de Nûjiyan ji aliyê hêzên PDK’ê ve hedef hat girtin û giran birîndar kirin.

Nûjiyan ji ber îxaneta duyemîn li hemberî gelê êzidî dihat kirin bibelge dikir hedef hat nîşandan. Di dema dîmenkêşanê de ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê ve hedef hat nîşandan û lêxistin. Nûjiyan bi birîndarî rakirin Nexweşxaneya Bajarê Hesekê yê Başurê Rojhilatê Suriyê. Di 22 yê Adarê de Nûjiyan tevlî nava karwanê şehîdanbû.

Bêguman dîrok emanetên rastiyê jî, ên îxanet kirin jî ji bîr nake. Rastiya yên li Dêrezorê DAIŞ di dîrokê de binax kirin û çiruska di çavê zarokên bi salane di destê çetan de êsîr mayîn, dema azadbûne pirsa despêkê ‘Tiştek bi Şengalê hatiye?’ hinek ji heqîqeta Nûjiyan bawer kiriye.

Ev pirs wek şeqamek li rûyê îxanetkaran û tarîtiya cihê qatilên Nûjiyan bi bîr dixe.   

Di van rojan de hevalên Nûjiyan careke  din bûne parçeyekî berxwedanê. Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêgerê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berî niha çar mehan berxwedana ku ji aliyê Leyla Guven û Nasir Yagiz ve hatî despêkirin, pêl bi pêl li çar aliyê Kurdistan û Ewrupayê belavbûye. Bi pêşengiya grevên biçîbûnê li Kurdistanê dema berxwedanê diyarbûye. Ev dem êdî dema jin û gelan e.    

Di vê berxwedanê de li Ewropayê ji yên despêkê Gulistan Îke û ji Zindana Amedê Kibriye Evren cihê xwe girt. Ev wek mînaka berbiçav a ku xebatkarên çapemeniya Kurd a şerê heqîqetê tenê şahidiyê nakin bi xwe kevneşopiya bûyîna parçeyek ji berxwedanê berdewam dikin.  

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje “Heqîqeta girêdana wê bi rastiyê re nebe, ji derveyî xwexapandinê ne tiştekî din e.”  Jinên Kurd ên rojnameger bi hişmendiya azadiyê û bûyîna şervanên heqîqetê tev lê bûne. Ew tenê bi vegotinê ne di heman demê de wek parçeyek ji şerê azadiyê cih girtine. Bi pêşengiya Nûjiyan ên li pey wê tên di rêya wê vekiriye de, berdewam dikin.

Em wek jinên çapemeniya azad ên Rojava ji duh heya îro, ji îro ber bi siberojê ve, di ferqa rolê xwe yê dîrokî de bihişmendiya giringiya heyînan, bi cih û demê re di kesayeta Nûjiyan de hemû şehîdên xwe yên şerkerên heqîqetê bi rêzdarî bi bîr tînin.

Her wiha bi hişmendiya vê heqîqetê di kesayeta Gulistan û Kibriye de em vê vîna hezaran kesan a greva birçîbûnê ya pêl bi pêl fireh dibe û di Kurdistanê de li deriyên nû yên berxwedanê digerin silav dikin. Em dibêjin daxwazên wan daxwazên me ne. Em dibêjin em ê di vê rêyê de lêgera xwe ya heqîqetê bi biryardarî berdewam bikin.” 

ÇAPEMENIYA AZAD A JINÊN ROJAVA

20 ADAR 2019