Şêniyên Helebê Newrozê bi ruhê berxwedana grevên birçîbûnê pêşwazî dikin

Şêniyên bajarê Helebê îşaret pê kir ku bi ruhê berxwedana grevên birçîbûnê, dê Newroza îsal berxwedaneke girîng bi xwe re bîne. Her wiha şêniyan îşaret pê kir ku dê berxwedanê bilind bikin, tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakin û Efrînê rizgar bikin.

Şêniyên Helebê Newrozê bi ruhê berxwedana grevên birçîbûnê pêşwazî dikin
Şêniyên Helebê Newrozê bi ruhê berxwedana grevên birçîbûnê pêşwazî dikin
Şêniyên Helebê Newrozê bi ruhê berxwedana grevên birçîbûnê pêşwazî dikin
Şêniyên Helebê Newrozê bi ruhê berxwedana grevên birçîbûnê pêşwazî dikin
Şêniyên Helebê Newrozê bi ruhê berxwedana grevên birçîbûnê pêşwazî dikin
20 adar, 2019   09:20

HELEB

Berxwedana grevên birçîbûnê bi serkêşiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam e. Bi boneya Newroza 2019’an şênî asta berxwedana xwe li gel grevvanên birçîbûnê bilind dikin.

Di vê çarçoveyê de ji şêniyên Helebê Zuhêr Xilo wiha got: "Me ji berê ve pir azar û êş ji destê sîstemên desthilat kişandiye, ji bo vejandina Newrozê. Lê piştî şoreşa Rojava em ê Newrozê bi azadî vejînin.

Zuhêr Xilo wiha pê de çû: "Newroza îsal dê bibe Newroza berxwedanê û serkeftinê, bi taybet ji bo mîsogeriya li gel berxwedana grevvanên birçîbûnê."

Welatiya bi navê Xedîce Abdurehman jî wiha axivî: "Em ê Newroza îsal bi armanca têkoşîn û garantiya berxwedana grevên birçîbûnê pîroz bikin."

Ji aliyekî din ve welatiyên bi navên Arêf Osman û Sûad Elî got ew ê berxwedanê bilind bikin û piştevaniya Leyla Guven û Nasir Yagiz ên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan ketine grevê bikin û Efrînê rizgar bikin.

Ji pêkhateya Ereb şêniya bi navê Yasmîn Idlibî îşaret pê kir ku ew Newroza îsal diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tevahî şervanên azadiyê yên ku şer dikin da ku şênî bi azad bijîn, dike.

(fr)

ANHA