QSD`ê bilançoya şerê vê êvarê, eşkere kir

Navenda Ragihandina QSD`ê got şervan di saetên êvarê de derbeyan li çeperên çeteyên DAIŞ`ê yên li Baxozê didin. Di encamê de gelek çete hatine kuştin û gelek nuqte ji çeteyan hatine rizgarkirin.

QSD`ê bilançoya şerê vê êvarê, eşkere kir
19 adar, 2019   18:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina QSD`ê bi daxuyaniyekê bilançoya şerên li Baxozê di sateen êvarê de eşker kir. Navendê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku şerên dijwar di navbera çeteyên DAIŞ`ê û şervanên QSD`ê rû dane. Di encam de 24 çete hatine kuştin û termên 7 ji wan di destê şervanan de ne.

Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye;

“Şervanên me êrîşî çeperên rêxistina terorîst DAIŞ`ê yên li nava Baxozê de kirin, di encamê de şer derket. Li gel pêşdeçûnan şervanan hejmarek ji terorîstan  kuştin.

Di eniyeke din de şer di navbera QSD`ê û çeteyên DAIŞ`î de derket. Gelek ji çeteyan hatin kuştin û şervanên me derbasî 20 nuqteyan bûn.

Di saetên derengiya êvarê de şervanan tevgerên terorîstan yên di nav tonelan de ferq kirin, ji ber wê tonel kirin hedef di encamê de hejmarek ji terorîstan mirin. Her wiha çeteyekî karî li nêzî nuqteya hêzên me  xwe biteqîne di encamê de şervanekî me bi sivikî birîndar bû. Tevî wê jî hêzên me derbasî 16 nuqteyan bûn.

Terorîstan alavek hêzên me bi du çeteyên xwekuj kir hedef, alav bi temamî şewitî beyî ku zirar bigehe şervanan. Li ser wê şerên dijwar destpê kirin. Di encamê de hejmarek ji terorîstan mirin û termê 7 ji wan kete destê şervanên me. Li gel wê jî balafirên Koalîsyonê nuqteyên terorîstan û kombûna wan kirin hedef.

Şer dem demê hîna li eniyên Baxozê heya ragihandina bilançoyê berdewam in.

Encamên dawîn ev in;

Hejmara terorîstên ku hatine kuştin: 24 û termên 7 ji wan di destê  şervanan de ne.

Hejmara terorîstên xwekuj: 3 terorîst.

Hejmara şervanên birînar: 1 şervan.

(şx)

ANHA