Li Minbicê 10 girtî hatin berdan

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê li ser daxwaza rûspiyên herêmê 10 kes di nav de kesên ku demekê bi DAIŞ'ê re xebitîne , lê destê wan di rijandina xwîna sivîlan de tine bû, serbest berdan.

Li Minbicê 10 girtî hatin berdan
Li Minbicê 10 girtî hatin berdan
Li Minbicê 10 girtî hatin berdan
Li Minbicê 10 girtî hatin berdan
Li Minbicê 10 girtî hatin berdan
Li Minbicê 10 girtî hatin berdan
19 adar, 2019   16:02

MINBIC

Serbestberdana girtiyan li ser bingehê efû û bi boneya Cejna Newrozê û Cejna Dayikê pêk hat.

Ji bo serbestberdana girtiyan, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Minbic û gundewarên wê bi girtiyan re civiya. Di civînê de Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê Nezîfa Xelo û Hevserokê Meclisa Dada Civaka ya bajarê Minbicê Ebdulrehman Betran û endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêx Adil Ebdulselam axivîn.

Kesên axivîn ji girtiyan xwestin ku ji pêkanîna tundiyê dûr bikevin û ji bo xizmeta civakê bixebitin.

Ji girtiyan, Abdullah Ehmed El-Ebd  û Ebdulrezaq Ferec El-Ehmed spasiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê kirin û gotin ew şaş bûn, lê êdî şaştiyan dûbare nakin.

(şx)

ANHA