HRE’ê di salvegera dagirkirina Efrînê de 9 çete kuştin 

Hêzên Rizgariya Efrînê di 18’ê Adarê de (roja dagirkirina Efrînê) li Mare  û  Efrînê sê çalakî li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê lidar xistin. Di encama çalakiyan de 9 çete hatin kuştin û 10 çete jî birîndar bûn.

HRE’ê di salvegera dagirkirina Efrînê de 9 çete kuştin 
19 adar, 2019   15:57

NAVNEDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyand ku şervanên wan di 18’ê Adarê de li Mare û  Efrînê sê çalakî li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê lidar xistin. Di encama çalakiyan de 9 çete hatin kuştin.

Daxuyanî wiha ye;

“Şervanên me çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve li Efrînê û derdora wê berdewam dikin.

 Di vê çarçoveyê de;

1. Di dîroka 18’ê Adarê de şervanên me li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker, li taxa Tirindê a navenda Efrînê  çalakiyek lidar xistin. Di encama çalakiyê de 6 çete hatin kuştin û 7 çete jî birîndar bûn.

2. Di dîroka 18’ê Adarê de şervanên me li dijî kombûneke çeteyan a li taxa Mehmûdiyê ya navenda Efrînê çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.

3. Di dîroka 18’ê Adarê de şervanên me çeteyekî li gundê Til Malid a girêdayî Mareyê hedef girtin. Di encama çalakiya sekvaniyê de çete hat kuştin.”