Rêveberiya Jin a Tebqayê ji bo Efrînê gul avêtin çemê Firatê

Endamên Rêveberiya Jin a Tebqayê îro ji bo piştgiriya berxwedana jinên efrînî gul avêtin çemê Firatê. Ji aliyekî din ve meclisa Sewrê yê gundewarê bakurê bajarê Dêrazorê ji bo şermezarkirina dagirkirina Efrînê daxuyanî da.

Rêveberiya Jin a Tebqayê ji bo Efrînê gul avêtin çemê Firatê
Rêveberiya Jin a Tebqayê ji bo Efrînê gul avêtin çemê Firatê
Rêveberiya Jin a Tebqayê ji bo Efrînê gul avêtin çemê Firatê
Rêveberiya Jin a Tebqayê ji bo Efrînê gul avêtin çemê Firatê
Rêveberiya Jin a Tebqayê ji bo Efrînê gul avêtin çemê Firatê
19 adar, 2019   16:11

DÊRAZOR/TEBQA

Rêzeçalakiyên şermezarkirina dagirkirina Efrînê berdewam in. Di vê çarçoveyê de Meclisa Sewrê ya gundewarê bakurê Dêrazorê daxuyanî da û Rêveberiya Jin a Tebqayê jî gul avêtin çemê Firatê.

Rêveberiya Jin a Tebqayê ji bo piştgiriya berxwedana gelê Efrînê bi taybet jinên efrînî gul avêtin çemê Firatê.

Piştî avêtina gulan endama Rêveberiya Jin a Tebqayê Macîde El-Hisên axivî û got: "Em soz didin gelê Efrînê ku ji bo parastina tevahiya xaka welat em ê têbikoşin û em dest ji bostek ji xaka Efrînê û Sûriyê bernadin. Em ê li hember komployên li dijî gel têne plankirin bi vînek xurt û bi israreke mezin bisekinin."

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê û jinê bi dawî bû.

Girêdayî heman mijarê endamên meclisa Sewrê yê gundewarê bakurê Dêrazorê ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk û piştgiriya gelê Efrînê daxuyanî dan.

Endamên meclisê li qada meclisê kom bûn  û daxuyanî ji hêla endamê Komîteya Lihevanînê Ibrahîm El-Ewad ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de mudexeleya Tirkiyê û dagirkirina herêmên ji Sûriyê di nav bêdengiya navdewletî de hate şermezarkirin. Her wiha hate tekezkirin ku ji bo biserxistina projeya neteweya demokratîk a herêmê û avakirina Sûriyeyek nenavendî ku her kesek tê de rola xwe ya çalak radibe.

(şx)

ANHA