Cemal Şêx Baqî: Dagirkerî li Efrînê heye, kerem bike paqij bike

Cemal Şêx Baqî destnîşan kir ku daxuyaniya wezîrê parastinê yê rejîma Sûriyê pêwîst bû ji bo dagirkerên Efrînê hatiba dayîn û wiha got: “Li Efrînê dagirkeriya herî mezin pêk tê û rejîm bê deng ê. Bi van gefan serkeftinên QSD’ê yên li dijî DAIŞ’ê tên hedefgirtin.”

Cemal Şêx Baqî: Dagirkerî li Efrînê heye, kerem bike paqij bike
19 adar, 2019   11:04

MÛRADA KENDA / NAVENDA NÛÇEYAN

Duh wezîrê parastinê yê rejîma Sûriyê Elî Ebdullah Eyûb, serokêkkarmendê Iraqê Osman Ganîmî û serokkarmendê Îranê Muhammed Baqîrî li Şamê li hev civiyan.  Wezîrê parastinê yê rejîma Sûriyê Elî Ebdullah Eyûb di civîna ragihandinê de gef li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin.

Tekildarî gefên wezîrê parastinê yê rejîma Sûriyê Elî Ebdullah Eyûb, sekretêrê giştî yê PDKS’ê Cemal Şêx Baqî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku divê ev daxuyanî li dijî dagirkirina Efrînê yaTirkiyê re hatiba dayîn.

Şêx Baqî bal kişand ser dayîna daxuyaniyê di salvegera dagirkirina Efrînê de û wiha got: “Divê ev daxuyanî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê hatiba dayîn. Pêwîst bû hatiba gotin em ê  Efrîn, Idlib, Cerablus, Bab û Ezazê ji dagirkeran rizgar bikin. Wê demê me dikarîbû bibêjin di civînê de hestekî nîştîmanperwer û welatparêz heye. Dagirkirina Efrînê ji van her sê dewletan re ne girîng e. Efrîn beşek ji axa Sûriyê ye û niha di herêmê de dagirkerî tê meşandin. Rejîma Sûriyê li dijî vê dagirkeriyê bê deng ê. Niha jî herêmên ku bi destê şervanên QSD’ê hatine rizgarkirin, gefan lê dixwin û dibêjin bi operasyonên leşkerî dê van herêman bistînin. Rejîma Sûriyê divê li hember dagirkiriya Tirkiyê tev bigere. Daxuyaniyên wiha nakevin ber xizmeta gelê Sûriyê. Bila despêkê herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de rizgar bikin. Gefên wan li dijî aramiya herêmê ne.”

Şêx Baqî destnîşan kir ku civîna sêalî di rastiyê de civîna çar aliyan e û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk ne dûrî vê civînê ye. Ji roja roj de ev her çar dewlet li dijî  tevgera azadiyê ne. Di civîna wan de jî ev nêrîn derket hole. Ev daxuyanî ji dewleta Tirk a dagirker re wekî nameyekê ye. Armanc ew e ku beramberî Idlibê, desthilatdariya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin meşandin.”  

‘Çavsorî çareseriyê nayne’

Şêx Baqî diyar kir ku piştî 8 salan rejîma Sûriyê tu hişmendiyeke nû ji xwe re negirtiye û hin jî di xwedî wê hişmendiyê ye. Şex Baqî anî ziman ku ev gef û çavsoriyên wezîrê parastinê yê rejîma Sûriyê pûç in û wiha dewam kir: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevgirtina neteweyan û biratiya gelan pêk hatiye. Projeya gel berbiçav e. Her tim bang ji rejîma Sûriyê re tê kirin ku bi guftûgoyan aloziya Sûriyê dê çareser bibe. Ev alozî bi diyalogên Sûrî-Sûrî dê çareser bibe. Nabe ku rejîma Sûriyê ji gelê xwe re bibêjê ez ê te biperçiqînim û komkujiyan li ser te pêk bînim.”

‘Armanc ewê ku serkeftinên QSD pûç bikin’

Şêx Baqî di dawiyê de diyar kir ku bi vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê çeteyên DAIŞ’ê di herêmê de têk çûn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tu kes nikare hebûna gel tune bihesibîne. Bi vê daxuyaniyê dixwazin serkeftinên QSD’ê pûç bikin. Lê rastiyek li ser erdê heye ku vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgar bûye û vejînek enû çêbûye. Bi van çavsoriyan tiştek çareser nabe. Ji bo ku Sûriyeyeke nû û piralî bê avakirin, divê deskeftî û guhertinên 8 salan bibînin û pê bawer bikin.”   

ANHA