Li dijî ANF’ê êrîşa sîberê

Ajansa Nûçeyan a Firatê ku navenda wê li Ewropayê rastî êrişa siberê hat.

Li dijî ANF’ê êrîşa sîberê
10 adar, 2019   17:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ku bi gelek zimanan weşanê dike û navenda wê li Ewropayê rastî êrişa siberê hat. ANF'ê daxuyanî da û diyar kir ku îro saet di 14.30'an de li dijî ajansa wan êrîşa siberê pêk hatiye. Ajansê anî ziman ku xebaten wan ê teknîkî didome û piştî êrîş asteng kirin dê weşana xwe berdewam bikin.