Rêxistina PYD`ê ya Siwêdê konferansa xwe ya 6`emîn li dar dixe

Partiya Yekîtiya Demokratîk a Siwêdê îro li paytexta Siwêdê Stokholmê bi drûşmeya `Bi rihê Berxwedana Serdemê ya Efrînê`, 6`mîn xwe bi tevlibûna bi dehan endamên partiyê li dar xist.

Rêxistina PYD`ê ya Siwêdê konferansa xwe ya 6`emîn li dar dixe
Rêxistina PYD`ê ya Siwêdê konferansa xwe ya 6`emîn li dar dixe
Rêxistina PYD`ê ya Siwêdê konferansa xwe ya 6`emîn li dar dixe
10 adar, 2019   18:35

SIWÊD

Konferans bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê nûnerê PYD`ê Şiyar Elî girêdayî girîngiya lidarketina konferansê di vê pêvajoyê de axivî.

Elî di nav axaftina xwe de berxwedana dîrokî ya hevseroka KCD`ê û parlamentera HDP`ê Leyla Guven û hevalên wê li bîr anî.

Piştre hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk a Siwêdê Ridwan Altûn behsa rola pêşeng a PYD`ê di guhertina Sûriyê ber bi pergalek demokratîk ve ku tê de aştî û biratiya gelan di navbera pêkhateyan de belav dibe, kir.

Ji aliyê xwe ve berpirsê PYD`ê yê Siwêdê Ebdulselam Mistefa axivî û bi xêrhatina beşdaran kir û got: "Em vê konferansê diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin. Ocalan di girtîgeha Imraliyê de tevî tecrîda girankirî lê dîsa jî berxwedanek mezin nîşan dide."

Her wiha Mistefa berxwedana Leyla Guven û hevalên wê silav kir û destnîşan kir ku divê gel xwedî li vê berxwedanê derkeve.

Mistefa di nav gotinên xwe de diyar kir ku QSD`ê ji bo rûniştandina pergalek demokratîk ku mafên tevahiya pêkhateyan diparêze, li hember DAIŞ`ê li ber xwe dide û serkeftinan bi dest dixe.

Ebdulselam Mistefa tekez kir ku gelê Efrînê heya 58 rojan li dijî hêza NATO`yê di kesayeta dewleta Tirk de li ber xwe da, her serkeftinek beyî rizgarkirina Efrînê, serkeftinek ne temam e û wiha domand: "Em ê têkoşînê li ser tevahiya astan bidomînin heya ku Efrîn ji dagirkeriyê rizgar bibe."

Paşê peyamên pîrozbahiyê yên ku nûnerê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ya Stokholmê Behzad Pîrmûs, nûnerê Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê ya Siwêdê Semîr Emîn, parlamenterê Partiya Sosyalîst a Demokratîk ê Siwêdî Qadêr Kesîrga, nûnerê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê-Partî Xelîl Hacî, nûnerê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê Xefûr Mihemed, siyasetmedar Umer Şêxmûs, Partiya Demokratîk a Suryan, Rêxistina Jin a Siwêdê û hejmarek ji nûnerên partî û rêxistinên sivîl hatin xwendin.

Konferans bi  nîqaşkirina xebatên rêxistinî de didome.

(şx)

ANHA