Şandeya jinên Baskê serdana Rêveberiya Xweser kir

Şandeya jinên herêma Baskê ya Spanyayê serdana navenda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir da ku tecrubeya jinan û rola wan di saziyên sivîl de bibînin û tecrubeya wan bibin herêmên xwe.

Şandeya jinên Baskê serdana Rêveberiya Xweser kir
Şandeya jinên Baskê serdana Rêveberiya Xweser kir
Şandeya jinên Baskê serdana Rêveberiya Xweser kir
10 adar, 2019   13:37

GIRÊ SPÎ

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid, cîgirên hevserokatiyê Rohilat Arif, Ilîzebêt Gewriyê û hevseroka Buroya Têkiliyên Derve Emel Dadê pêşwaziya şandeya jinên herêma Baskê li navenda xwe ya li Eyn Îsayê kir.

Hevseroka Meclisa Rêveber û cîgirên wê li ser destkeftiyên jinan di şoreşa Rojava de û rola wan di rêveberiya sivîl û karê wan ê ji bo xizmeta civakê de axivîn. Hevserokatiya Meclisa Rêveber ji şandeyê re li ser tevgerên jinan li herêmên Rêveberiya Xweser û rola wan di civakê de û di hemû aliyên jiyanê de, ji şandeyê re şîrove kir.

Jinên ku serdan kir jî piştgiriya xwe ji projeya Rêveberiya  Xweser re diyar kir û destnîşan kir ku ew ê tecrubeya li herêmên Rêveberiya Xweser bibin herêma Baskê û dest bi pêkanîna wê bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şandeya jinan di 7`ê Adarê de gihîşt Rojava. Şande ji 6 jinên nûnerên tevgerên jinan ên herêma Baskê pêk tê.

(jo)

ANHA