Êzidiyên rizgarkirî ber bi Şengalê ve ketin rê

Êzidiyên ku QSD’ê ew ji lepên çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û endamên Mala Êzidî ya Herêma Cizîrê piştî bi daxuyaniyekî spasiya QSD’ê kirin, ber bi Şengalê ve ketin rê .

Êzidiyên rizgarkirî ber bi Şengalê ve ketin rê
Êzidiyên rizgarkirî ber bi Şengalê ve ketin rê
Êzidiyên rizgarkirî ber bi Şengalê ve ketin rê
Êzidiyên rizgarkirî ber bi Şengalê ve ketin rê
Êzidiyên rizgarkirî ber bi Şengalê ve ketin rê
Êzidiyên rizgarkirî ber bi Şengalê ve ketin rê
7 adar, 2019   11:43

QAMIŞLO

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di pêngava Bagera Cizîrê ji bo rizgarkirina Dêrazorê, bi sedan malabtên êzidî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kirin, wan jî radestî Meclisa Sivîl a Şengalê kirin.

Mala Êzidiyan îro 9 zarok û jinek radestî Meclisa Şengalê ya Mala Êzidiyan a li navçeya Amûdê kirin. Navê hinek ji wan kesên ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin wiha ne: Canê Ilyas Xelef û 3`ê zarokên wê Ferîd, Ehmed û Ferîde, ji gundê Til Benat ê Şengalê ne, hevjînê wê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê hatiye kuştin. Zarokên bi navên Celîl Xelîl Beşar, Eymen Ferhan, Colîn Elaa û Sûad Reşo.

Di civîna çapemeniyê de ku li Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê hate lidarxistin, serokê Mala Êzidiyan Ziyad Şêx axivî û wiha got: "QSD, YPG û YPJ`ê kedeke mezin da û êzidiyên ku hatibûn revandin, rizgar kirin. Em jî wek endamên rêveberiyê û endamên Mala Êzidiyan spasiya hêzan dikin. Em ê jî wan radestî Meclisa Şengalê bikin da ku wan bigihînin malbatên wan."

Ziyad Şêx serkeftinên QSD’ê pîroz kirin û wiha got: "Em vê berxwedanê pîroz dikin û hêvî dikin ku ev pêngav bi serkeftî bi dawî bibe."

Her wiha yek ji fermandarên QSD`ê Berxwedan Amûdê axivî û wiha got: "Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di pêngava Şerê Tunekirina Terorê de soz da ku ew ê tola jin û zarokên êzidî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatine revandin, rakin. Îro jî ev yek di pêngava Bagera Cizîrê de îsbat bû û êzidî rizgar kirin. Em jî wek QSD`ê me ew radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê ya li navçeya Amûdê kir da ku wan bişînin Şengalê."

Canê Ilyas Xelef, jina ku ji aliyê QSD`ê hate rizgarkirin, ji ajansa me re behsa êşa ku di dema revandina wan de dîtine, kir û wiha got: "Dema ku çeteyên DAIŞ`ê êrîşî Şengalê û gundê me kir, jin û zarok revandin, mêr jî kuştin û serê wan jê kirin. Hevjînê min jî kuştin. Em spasiya QSD’ê dikin ku em ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kirin.”

Piştî ku civîna çapemeniyê bi dawî bû, endamên rêveberiyê û endamên Mala Êzidiyan tevî êzidiyên ku hatine rizgarkirin, berê xwe da Şengalê da ku wan radestî Meclisa Sivîl a Şengalê bikin ku bişînin gel malbatên wan.

(jo/bm)

ANHA