Amadekariyên Roja Jinan a Cîhanê

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  amadekariyên pêşwaziya 8’ê Adarê  Roja Jinan a Cîhan berdewam dikin.

Amadekariyên Roja Jinan a Cîhanê
7 adar, 2019   11:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dirûşma "Bi pêşengiya Leyla Guven dê têkoşîn bilind bibe û bi Rêbertî re azad bijîn" dê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Roja Jinan a Cîhanê bi çalakî û şahiyan pêşwazî bikin.

Her wiha dê jinên bajarên Tebqa, Dêrazor û Reqayê li bajarê Reqayê kom bibin û meşek û şahiyekê li dar bixin. Dê axaftin bi dirûşma "Bi berxwedana jinan jiyan geş dibe û teror têk diçe" bên kirin.

Jinên herêma Firatê dê li bajarê Kobanê li Qada Jina Azad kom bibin, meş û ahengekê li dar bixin û dê di ahengê de axaftin bên kirin.

Jinên Efrîn û Şehbayê jî dê xwepêşandan û şahiyê li Şehbayê li dar bixin û her wiha jî jinên herêma Cizîrê dê li kantona Qamişlo bicivin û şahî û meşê li dar bixin. Di vê derbarê de Tevgera Hîlala Zêrîn dê li Serêkaniyê şanoyan pêşkêş bike. Her wiha tevgerê 2 şano bi navên "Lêlê Şevê" û "Hêviyên Dayikê" amade kirine.

Tevgerê belgefîlmeke kurt jî bi navê "Koçberî" der barê azarên penaberiyê û xerîbiyê de amade kirine.

Têkildarî mijarê, rêvebera Tevgera Kevana Zêrîn Nalîn Mihemed diyar kir ku wan 2 şano û belgefîlmek amade kirine û dê bi cilên folklorîk bên pêşkêşkirin.

(fr)

ANHA