Bi kefaleta rûspiyan 7 girtî serbest hatin berdan

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi kefaleta şêx û rûspiyan, 7 girtiyên din ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibûn xapandin û destê wan di kuştina sivîlan de tine ye, serbest berdan.

Bi kefaleta rûspiyan 7 girtî serbest hatin berdan
Bi kefaleta rûspiyan 7 girtî serbest hatin berdan
Bi kefaleta rûspiyan 7 girtî serbest hatin berdan
Bi kefaleta rûspiyan 7 girtî serbest hatin berdan
Bi kefaleta rûspiyan 7 girtî serbest hatin berdan
4 adar, 2019   14:52

TEBQA

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser banga şêx û rûspiyên herêmê ji bo serbestberdana hin kesên ku hatibûn xapandin û tevlê çeteyan bibû û destê wan di kuştina sivîlan de tine ye, di kongreyekê çapemeniyê de biryara efûyê derxist.

Li herêma Tebqayê ji bo serbestberdana 7 girtiyan civîneke li avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratkî hate lidarxistin. Şêx û rûspiyên herêmê, endamên komîteyên sivîl û leşkerî, hevseroka Meclisa Zagonsaz Rewşen Hemê û hevseroka Meclisa Rêveber Hind El-Elî beşdarî civînê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Hevserokê Komîteya Têkilyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Teysîr El-Efan ji girtiyan re got: "Hûn vegeriya rêya dirûst, pêwîstiya me bi we heye ji bo avakirina vî welatî."

Rûspiyê êla Begera û endamê Meclisa Lihevanînê ya Tebqayê Abdullah Mûdehî ji girtiyan xwest ku layîqî biryara efûyê bin û berpiryartiya xwe li hemberî ewlehiya vî welatî pêk bînin.

Di dawiyê de 7 girtî serbest hatin berdan.

ANHA