Meştela navendî ya Minbicê bi hezaran şitil çandin

Komîteya Çandiniyê ya Minbicê qonaxa duyemîn a ji bo zêdekirina berhemên çandiniyê dest pê dike û bi hezaran şitilên daran çandin.

Meştela navendî ya Minbicê bi hezaran şitil çandin
Meştela navendî ya Minbicê bi hezaran şitil çandin
Meştela navendî ya Minbicê bi hezaran şitil çandin
Meştela navendî ya Minbicê bi hezaran şitil çandin
Meştela navendî ya Minbicê bi hezaran şitil çandin
Meştela navendî ya Minbicê bi hezaran şitil çandin
2 adar, 2019   08:10

MINBIC

Meştela Navendî ya Minbicê 19‘ê Mijdara 2018‘an ji aliyê Komîteya Aborî ve hate avakirin. Meştel ji gelek cureyên darên berhemdar û yên xemilandinê û kulîlkan pêk tê.

Di merheleya yekemîn a piştî vekirina meştelê de 23 hezar şitilên darên serû, 7 hezar û 500 şitilên merx û 3 hezar efes şerqî hatin çandin.

Di merheleya duyemîn de ku di Sibatê de dest pê kir, şitilên darên pelweşîn hatin danîn. 16 hezar û 700 şitilên fisteq helebî, 4 hezar zeytûn, her wiha rez, gûz û behîv hatin çandin. Di meştelê de zêdetirî 10 kes dixebitin.

Rêveberê meştelê Xalid Oso diyar kir ku ev gav ji bo pêşxistina çandiniyê pêk hat û destnîşan kir ku piştî dar berhemên xwe bidin, dê berheman daxin bazaran û bi buhayên sembolîk werin firotin.

ANHA