Jineke din a êzidî ji çeteyan hate rizgarkirin

Di qonaxa dawîn a Bagera Cizîrê de, şervanên QSD`ê jineke din a êzidî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir. 

Jineke din a êzidî ji çeteyan hate rizgarkirin
28 sibat, 2019   11:05

HESEKÊ

Sala 2014`an çeteyên DAIŞ’ê êrîş bir ser Şengalê, di encamê de bi sedan jin û zarokên êzidî, ji bo ku wan li bazaran bifiroşin, ber bi Sûriyê ve birin. 

Dema QSD`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi pêngavên rizgarkirinê kir, bi sedan jin û zarokên êzidî rizgar kirin. Di vê çarçoveyê de, li baregeha dawîn a çeteyên DAIŞ`ê li Baxozê, şervanên QSD`ê bi dehan jinên êzidî rizgar kirin.

Şervanên QSD`ê roja înê ya borî, jineke din a êzidî Canya Ilyas Xelef rizgar kir û ew gihand kampa Holê.

Canya Xelef di êrîşa çeteyên DAIŞ`ê ya sala 2014`an de hatibû revandin û ber bi Sûriyê ve hatibû şandin. Canya Xelef ku ji gundê Ramûsî yê Şengalê ye, temenê xwe 28 sal e û 3 zarokên xwe hene; Ferdî (7), Firiye (5) û Ehmed (4). Çeteyan piştî ku Canya anî, navê wê kir Hela Mihemed Hisên.

Çeteyan bi darê zorê hişt ku Canya bi Ebû Zeyneb Iraqî re du mehan bizewice. Piştre çeteyan ew wek  xizmetkar di mala serçeteyan de da xebitandin.

Canya Xelef dê radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê were kirin û Mala Êzidiyan jî dê Ilyas tevî zarokên wê bibe Şengalê.

(ekîb)

ANHA

.