Ruhanî îstîfaya Zerîf qebûl nekir

Serokê Îranê Hesen Ruhanî li ser hesabê xwe yê Instgramê îstîfaya Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf qebûl nekir.

Ruhanî îstîfaya Zerîf qebûl nekir
26 sibat, 2019   19:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya Îranê beriya vê îdiayên dezgehên çapemeniyê ya qebûlirina îstîfaya Zerîf ji aliyê Ruhanî ve derewand û got Ruhanî îstifaya Zerîf qebûl nekiriye.

Ajansa Fars a nûçeyan li ser zimanê Berdevkê Wezaretê  Berham Qasmî got: "Hemû şîrove û analîzên girêdayî sedemên istîfayaWezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ji bilî ku yên li ser hesabê xwe yê Instgramê belav kiriye, ne zelal in."

Qasimî wiha domand: " Rêveberê Buroya Serokê Îranê îro jî got istîfa nehatiye qebûlkirin."

Wezîrê Derve yê Îranê duh li ser hesabê xwe yê Instgramê îstîfeya xwe ragihand.

Cewad Zerîf nameya îsîfayê belav kir û tê de ev tişt gotibû: "Ji ber kêmasiyên ku salên borî di karê min de derketine ez lêborînê dixwazim. Ez spasiya ometa Îranê û radeyaran dikim."

Ji aliyê xwe ve serokê Îranî Hesen Ruhanî îro sêşemê li ser hesabê xwe yê Instgarmê istîfaya Cewad Zerîf red kir.